Li Xan Şêxûnê topbaran,8`kes ,mirin

kurdistani 10:32 AM - 2019-07-15
Li Xan Şêxûnê topbaran,8`kes ,mirin

Li Xan Şêxûnê topbaran,8`kes ,mirin

Di encama êrîşeke balafiran bi ser gundawrê Idlibê de, 8 koçber li derdora bajarokê Xan Şêxûnê hatin kuştin.
 
Di encama êrîşên firokeyên Rûsiyayê de bo ser bakurê Hema û başûrê Idlibê de 8 koçber li Xan Şêxûnê bûne qurbanî, destnîşan hat kirin ku li gundê Kefraya li başûrê Idlibê de jî jineke ducanî û hevjînê xwe bûn qurbanî û zarokên wan jî birîndar bûn.
 
Li gor ragihandina UNECIFê ku ji destpêka îsal ve, di encama şerê navxwe yê Sûiyê de 140 zarokan canê xwe ji dest dane. Herwiha li gor Neteweyên Yekbûyê ji dawiya Nîsana îsal ve û heta dawiya Tîrmehê (Temûz) 25 binkeyên tendirustî û 45 dibistan hatine armancgirtin.
 
Di civîna xwe ya dawî de Encûmena Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyê ve biryar da ku 11 milyon û 700 hezar dolar bo 5 milyon Sûriyên zerardîtî wek alîkriya pêwîst bên pêşkêşkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket