DAÎŞ xwe li stargehên li çolê vedişêre

kurdistani 10:50 AM - 2019-07-14
DAÎŞ xwe li stargehên li çolê vedişêre

DAÎŞ xwe li stargehên li çolê vedişêre

Çeteyên ku piştî rizgarkirina Baxozê reviyan, eşkere bû ku xwe li stargehên li nava çolê kolan e vedişêrin.

Di çarçoveya operasyona "bidawîkirina terorê" de ya pêngava "Bagera Cizîrê" ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dimeşandin, di 23'ê Adara 2019'an de bajarokê Baxozê hate rizgarkirin û dawî li xîlafeta îslamî anîn Piştî têkbirinê tê texmînkirin ku çete xwe li herêma Badiya el-Şam vedişêrin ku li ser sînorê Iraqê ye û weke 'Çola Sûriyeyê' tê binavkirin.
Rojnameya Elman "Bild am Sonntag" wêneyên stargehên çeteyên DAÎŞ'ê yên li çolê weşand,di wêneyan de hate ragihandin ku wêne 4'ê Tîrmehê ji aliyê balafirên Tornado ve yên Elman ku di nava koalîsyona dijî DAÎŞ'ê de ne li sînorê Sûriyeyê û Iraqê hatine kişandin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket