Birûskeyên pîrozbahiyê bo Qubad Talebanî

kurdistani 06:28 PM - 2019-07-10
.

.

Piştî ku Parlemana Kurdistanê îro mitmaneya xwe da bi Qubad Talebanî ji aliyê berpirsên Êraqî û navneteweyî ve hat pîroz kirin.

Piştî ku parlemana Kurdistanê mitmaneya xwe bi piraniya endamên xwe da bi rêzdar Qubad Talebanî, Qubad Talebanî sonda yasayî a cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwer.

Îro roja çarşemê 10-7-2019`an, parlemana Kurdistanê mitmaneya posta Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê da bi namzetê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê rêzdar Qubad Talebanî. Ji ber wê yekê jî, hejmareke berpirsên Kurdistanî, Êraqî û navneteweyî bi riya peyam û birûskeyên taybet posta cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdsitanê pîroz kirin.

Ew rêzdarên ku peyamên pîrozbahiyê arasteya cîgirê serokê hikûmeta Herêmas Kurdistanê Qubad Talebanî kirine ev in;

Dr. Berhem Salih

Di serî de serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih peyameke pîrozbahiyê arasteya rêzdar Qubad Talebanî kir û tê de serkevtin û serfirazî jê re xwest ku di hemû erkên xwe de her serkevtî û serfiraz be.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya Qubad Talebanî û serkevtin û serfirazî ji kar û xebatên wî re xwest.

Omer Seyid Elî

Her weha rêxerê giştî yê Tevgera Goranê Omerê Seyid Elî jî bi bomneya wergirtina posta cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî birûskeyek arasteyê kir û tê de serkevtin ji kar û xebatên wî re xwest.

Dr. Mihemed Helbosî

Her weha serokê Parlemana Êraqê Dr. Mihemed Helbosî jî peyameke taybet bi boneya wergirtina postê cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêş kir.

 

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket