Germiyan; Termê zarokekî hat dîtin

kurdistani 07:51 PM - 2019-07-08
 Germiyan Termê zarokekî hat dîtin

Germiyan Termê zarokekî hat dîtin

Li devera Germiyanê termê zarokekî hat dîtin

Li gundekî ser bi bajaroka Rizgarî li devera Germiyanê termê zarokekî ji aliyê tîmên xizmetguzariyê û polîsan ve hat dîtin.

Di wê barê de, belavokeke ji aliyê rêvebiriya polîsê Germiyanê ve hat weşandin ku îro roja duşemê ber hêvarê li nêzîkî gundê Seyid Xelîl a ser bi bajaroka Rizgarî rêvebiriya polîsê Germiyanê hat agahdarkirin ku termê zarokekî mirî heye, lê yekser tîmên xizmetguzarî û mefrezayên polîsên nehîştina tawanan serdana wê cihê kirin û niha jî di lêkolîn û lêpirsînê de ne.

Hat zanîn ku nasnameya wê termê ne diyare û li benda pişkinîna pijîka dadweriyê ne tako rastiya nasnameya wî zarokî bê aşkire kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket