Silêmanî; Erdhej bi hêza 5.7 ruda

kurdistani 06:44 PM - 2019-07-08
  Li bajarê Silêmaniyê erdhejek ruda

Li bajarê Silêmaniyê erdhejek ruda

Li bajarê Silêmaniyê û derdora wê erdhejeke bi hêza 5.7 bi pîvana rêxtirê ruda.

Îro roja duşemê 8-7-2019`an, li bajarê Silêmaniyê erdhejeke bi hêza 5.7 li gorî pîvana rêxtirê ruda lê wek hat zanîn ku ziyanên madî û canî çênebûne.

Di wê barê de, rêvebiriya keş û ba û erdheja Herêma Kurdistanê di belavokeke xwe de ragihand; Ew erdheja ku li Silêmaniyê rudaye demjimêr 10 sibê bû, her weha hêza wê erdhejê bi qasî 5.7 pileya rêxitirê bû ye ku navenda wê jî başûrê Êranê bû ye ku bi kûraniya 17 kîlo metrasn û bi dûrbûna 590 kîlometran ji Silêmaniyê bû ye.

Hêjayî gotinê ye ku îro di heman demê de, li navçeya Besra û Mîsanê erdhejiyaye lê ti ziyan encam ne da ye. Her weha desteya keşnasê û şopandina erdhejê ya Amerîkayê ragihand ku bi hêza 5.6 rêxter erdhej li Êraqê çêbûye, welatiyan aşkire kirin ku hest bi erdhejê kirine lê ti ziyan encam ne da ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket