Artêşa Tirk li Efrînê 4 sivîlên din revandin

kurdistani 12:30 PM - 2019-07-07
Artêşa Tirk li Efrînê 4 sivîlên din revandin

Artêşa Tirk li Efrînê 4 sivîlên din revandin

Di çarçoveya domandina kiryar û binpêkirinên li dijî xelkên Efrînê ,Artêşa Tirkû çeteyên wê 4 sivîl ji gundê Tislurê ya Efrînê revandin, her wiha çeteyan agir bi baxçeyeke zeytûnan ê li gundê Birîmce xistin.

Li gor ragihandina jêderên ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji ku çeteyên dewleta Tirk  welatiyên bi navên Ehmed, Mihemed, Feysel û Mihemed Nûr (paşnavên wan nehatin naskirin) revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Ji aliyeke din ve jêderan ragihandin ku çeteyan agir bi zeviyên zeytûnan li gundê Birîmce yê navçeya Mabata xistine û derfetê nadin ku şênî vemirînin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket