DYA daxwaz ji Almanyayê kir ku hêzên bejahî bişîne Rojavayê Kurdistanê

kurdistani 11:31 AM - 2019-07-07
DYA daxwaz ji Almanyayê kir ku hêzên bejahî bişîne Rojavayê Kurdistanê

DYA daxwaz ji Almanyayê kir ku hêzên bejahî bişîne Rojavayê Kurdistanê

DYA`yê bang li Almanyayê kir ku ji bo alîkariya QSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêzên Bejahî bişîne Rojavayê Kurdistanê. .

Nûnerê DYA’yê yê Sûriyê James Jeffrey ji ajanseke nûçeyan a Almanyayê re gotibû ku: "Em daxwaza şandina hêzên bejahî ji Almanyayê dikin da ku cihê leşkerên me bigirin." Jeffrey destnîşan kir ku ew pêşbînî dike ku di dawiya vê mehê de bersiva daxwaza wî were dayîn.

Tê zanîn ku serokê DYA’yê Donald Trump di meha Kanûna derbasbûyî de derbarê vekişandina hemû leşkerên Amerîkayê ku hejmara wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 hezar bû, biryar da. Lê piştre Trump biryara mayîna 400 leşker da ku ji bo sazkirina aramiyê di navbera sînorên Iraq û Sûriyê de alîkar bin.

PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket