YNKê navê namzetên xwe ên hikûmetê ragihand

kurdistani 07:47 PM - 2019-07-06
YNKê NAMZETêN XWE AşKIRE KIR

YNKê NAMZETêN XWE AşKIRE KIR

Encûmena Serkirdeyetiya YNKê navên namzetên xwe ji bo postên hikûmetê weşand.

Her weha wek hat zanîn ku di encama civîna Encûmena Serkirdeyetiya YNKê de ku îro li bajarê Silêmaniyê birêve çû her sê postên serokatiya Herêma Kurdistanê hatin diyarkirin ku bi vê rengî li xwerê ne;

Ji bo posta cîgirê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî hat namzet kirin.

Ji bo posta cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Mistefa hat namzet kirin.

Ji bo serokê parlemana Kurdistanê Rêwaz Fayiq hat namzet kirin.

Şoreş Îsmaîl wek wezîrê pêşmerge yê hikûmeta Herêma Kurdistanê hat namzet kirin.

 Dr. Aram Qadir ji bo posta wezîrê Xwendina Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdsitanê hat namzet kirin.

Mihemed Seîd wek wezîrê rewşenbîrî û lawan hat namzet kirin.

Dr. Dara Reşêd Mehmûd wek namzetê wezîrê pîlandananê Herêma Kurdsitanê.

Bêgird Dilşad Şukrala namzeta wezîrê keştûkalî û av û bayê Herêma Kurdsitanê ye...

Xalid Selam wezîrê Herêm ji bo karûbarên navîçeyên qudkirî.

Nesrîn Mehmûd Mewlud seroka desteya navçeyên Kurdistanî li dervayî Herêma Kurdistanê.

Osman Îsmaîl Hesen serokê desteya geştyarî.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket