Darên temendar biparêzin
kurdistani 03:18 PM - 2019-07-03Dara Çinarê li Efrînê ya temendar
Dar daristanan dewlemend dikin û jîngehê xweş û bedew û tendurist dikin. Ji ber wê jî, di hemû gerdûnê de, dar tên çandin û avdan û xwedî lê derketin û bi giştî diparêzin.
Darên temendar ku temenên wan ji 1000 salî derbas dikin ev in;
Eriz, Zeytûn, Merxê, Bero an jî Gêlberî, Zan, Qeyqeba Kurdî, Hejîrê Boza, Kestene.
Lê darên ku dighêjin 500 sal ev in;
Sinober, Xorma, Gûz, Hejîr, Dirdar û Rimadî.
Her weha ew darên ku tem,enên xwe dighêjin 200 salan ev in;
Sefsa, Akasya, Kîniya, Fistiq, Gîlas, Findiq, Tû, Sêv û behîv.
Gelek darên temendar li cîhanê hene lê tên parastin û xwedî lê derketin, lê mixabin li herêma Efrîna dagîrkirî dar nayên parastin û bi berevaja tên jêkirin, hilkirin û birîn.
Li Filestînê jî darên herî temendar hene, weka dara zeytûnê ku bi navê Seydne Ehmed Bedewî 5500 sal e ku li ser girê Qudsa başûr e, lê heya niha ji aliyê Îsraîlê ve nehatine jêkirin û hilkirin, ji ber ku ew dar milkê dîrokê û gelên navçeyê ne, ne milkê aliyên siyasî û partiyan e.
Her li Amerîkayê wîleyeta Kelîforniya yê jî, di çiyayê Spî de, di cihên herî bilind de darê bristlecone pines he ye ku temenê wê darê 50062 sal e. tê gotin ku ew dar ber bi nemanê ve diçe, metirsî li ser wê darê heye ji ber veguhertina keş û bayê li wê deverê ku niha ber bi germavê ve diçe û darên nû tên çandin. Li hemberî wê yekê bi dehan pisporên di biwarê keştûkaliyê û zemînzanînê de ketine tevgerê tako bikaribin wê darê biparêzin.
Her weha dareke din ku temendar e û girînge, Dara merxê ya Zerdeştiyan li parêzgeha Yezid a Êranê ye ku temenê wê darê 4000 sal e, lê heya niha jî tê parastin û naye destdirêjkirin û her wek xwe ma ye. Ew dara merxê ku li Êranê ye, wek sembolîka tevahiya Asyayê ye û ne tenê Êran hemû wealtên Asyayê xema parastina wê darê de ne.
Her weha dar ê Çinarê ye li bajarê Bursayê li Tirkiyê ye, temenê wê darî ji 611 salan derbas kirî ku bû ye dara yekê di tikriyê de. Dara Çinarê wek tê gotin ku temenê wê 611 sale dirêjahiya wê jî 38 mitrin ku paniya wê jî 10 mitrin. Wek tê gotin ku ew dar yekek ji darên herî temendar li ser asta cîhanê ye. Her weha hemû aliyên siyasî û jîngeparêzî Tirkan di xema parastina wê darê de ne ku ji xwe re wek sembilîka jîngehparêziyê dibînin û xwedî lê derdikevin.
Tenê li Efrînê darên temendar têne jêkirin û birîn.
Lê cihê mixabinê ye ku darên wiha temendar li Efrînê hene çi darên Çinarê an jî darên Tuyî an jî darlên Gêlberiyê ku temenê wan daran ji 500 - 600 salan derbas dike, lê ji aliyê çekdarên opozisyona Sûrî ku ser bi Tirkiyê ve tên birîn û hilkirin, gelo çira darên berhemdar û temendar li ber çavên jîngeparêzên cîhanê tên jêkirin û jinavbirin û her kes bêdenge û xwe kerr kirine û xwe ji widerna nakin.
Mixabin ku heya niha ne zana û ne jî nivîskar û ne jî helbestvan û ne jî ramyarvan û aliyên me ên desthiladar di her çar aliyên Kurdistanê de, mijara darbirîn û hilkirina darên temendar li Efrînê ji xwe re nekirine mijareke girîng û sereke. Ev yek bi serê xwe destek dide wan komên çete ku darên temendar li herêma Efrînê hildikin û jêdikin û dîroka Efrînê wunda dikin.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Bandekî bazirganiya narkotîkê hat girtin
02:01 PM - 2024-03-19 -
Buroya Rêxistina YNKê xelat pêşkêşî malpera PUKMEDIA
09:09 PM - 2024-03-18 -
Amerîka ji bo Iraqê zêdetirî 18 milyar dolar xerc kiriye
05:51 PM - 2024-03-18 -
Pêşmergehê Qehreman,birêz Mihemed Hacî Mehmûd rastiyekî dîrokî eşkere dike
12:12 AM - 2024-03-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:03 PM - 2024-03-19 Dadgeha Federalî cîbicîkirina biryara xwe ya derbarê mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê piştrast dike
YNK dê li Nînowayê serokatiya du komîteyên giring bike
11:55 AM - 2024-03-19
YNKê girêdayî roja hilbijartinên parlamentoyê ye
11:27 PM - 2024-03-18
Hikûmet ev 7 roj in mûçe rawestandiye û YNK jî daxwaza dabeşkirina mûçeyan dike
06:12 PM - 2024-03-18
Di derbarê mijara dabeşkirina mûçeyan de ji tîma wezîran a YNK zelalkirin
02:39 PM - 2024-03-18
zortrin xwendraw
-
YNKê girêdayî roja hilbijartinên parlamentoyê ye
Kurdistan 11:27 PM - 2024-03-18 -
Bexda li ser bidawîkirina dosya awareyan û girtina kampan cidî ye
Kurdistan 01:13 PM - 2024-03-18 -
Di derbarê mijara dabeşkirina mûçeyan de ji tîma wezîran a YNK zelalkirin
Kurdistan 02:39 PM - 2024-03-18 -
YNK dê li Nînowayê serokatiya du komîteyên giring bike
Kurdistan 11:55 AM - 2024-03-19 -
Hikûmet ev 7 roj in mûçe rawestandiye û YNK jî daxwaza dabeşkirina mûçeyan dike
Kurdistan 06:12 PM - 2024-03-18 -
Amerîka ji bo Iraqê zêdetirî 18 milyar dolar xerc kiriye
Êraq 05:51 PM - 2024-03-18 -
Buroya Rêxistina YNKê xelat pêşkêşî malpera PUKMEDIA
Kurdistan 09:09 PM - 2024-03-18 -
Dadgeha Federalî cîbicîkirina biryara xwe ya derbarê mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê piştrast dike
Kurdistan 12:03 PM - 2024-03-19