Li Lîbyayê êrîşa ezmanî: Mirî û birîndar hene

kurdistani 12:11 PM - 2019-07-03
Li Lîbyayê êrîşa hewayî: Mirî û birîndar hene

Li Lîbyayê êrîşa hewayî: Mirî û birîndar hene

Li navendeke koçberan a li nêzî paytexta Lîbya Terablûsê êrîşeke ezmanî hate kirin, ku têde 40 koçberan jiyana xwe ji dest dane, 80 kes jî birîndar bûne.

Li gorî ragihandina çavkaniyên tenduristiyê yên herêmî ku ji ber êrîşa hewayî 40 koçber mirine û 80 jî birîndar bûne, lê heta niha kesî berpirsyariya êrîşa li xwe negirtiye, lê belê general Xelîfe Heftar berpirsyar tê nîşandan ku rojhilatê Lîbyayê kontrol dike û hewl dide Terablûsê jî bixe jêr destê xwe. Destnîşan hat kirin ku tevî navenda koçberan her wiha gelek kampên leşkerî yên hêzên Wîfaqa bi hikûmeta yekîtiya neteweyî re tevdigerin hene.

Buroya Lîbyayê ya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî bi riya Twitterê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ji ber vê êrîşê ew gelekî bi fikar in û destnîşan kir, "Divê sivîl tu carî nebin hedef."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket