Parlementoya Lîbyayê bang li DYA`yê kir

kurdistani 12:50 PM - 2019-07-02
Parlementoya Lîbyayê bang li DYA`yê kir

Parlementoya Lîbyayê bang li DYA`yê kir

Serokê Parlementoya Lîbyayê Eqîle Salih nameyek ji sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres û yek ji serokê Yekîtiya Afrîqayê yê dewreya heyî Serokê Misrê Abdullfetah Sîsî de barê "Destwerdana Tirkiyê" û binpêkirina serweriya Niştîmanî ya Lîbyayê, binpêkirina hevpeyaman NY`yê û biryara Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî re, şand.
Li gorî Skya News berdevkê fermî yê parlementoyê Abdullah Belhîq ku Eqîle şermezarkirina meclisê ji destwerdana Tirkiyê re, destekdayîna komên çekdar û terorîst ên dervî qanûnê li dijî artêşa Wetenî, qeyd kir.

Her wiha di nameya xwe de tekez kir ku bidestxistina Terablûs, banka navendî ya Lîbyayê û saziyên dewletê ji aliyê fermandarên komên terorîst ve ku mal û milkên gel didizin û binpêkirin, revandin, revandina mirovan û dewlemendiyên Lîbiyayê, dikin.

Her wiha got tiştekî ne normal e ku hêzên wan der barê vê yekê bê deng bimînin û destnîşan kir ku ne aqil û ne qanûn vê yekê qebûl nakin û tekez kir ku saziya leşkerî bingeha ewlehiya yekîtiyê li Lîbya, parastina destûrê ş saziyên dewletê ye.
Eqîle bang li Antonio Guterres û El-Sîsî kir ku der barê destwerdana Tirkiyê ku qanûn û hevpeymanên navdewltî binpê dike de tedbîrên pêwîst bigrin.


PUKmedia/SKYnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket