YNK-PDK; Nêrînên me ji hev nêzîk in

kurdistani 07:30 PM - 2019-07-01
Dilşad Şehab û Letîf Şêx Omer

Dilşad Şehab û Letîf Şêx Omer

Civîna du qolî a YNK-PDKê bi dawî bû û kongireya rojnamegeriyê lidar xistin.

Her weha piştî bi dawîbûna civîna YNK-PDKê, peyvdarê fermî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê Letîf Şêx Omer di kongireya rojnamegeriyê de ragihand; Pêwîste pir bilez pêngavên girîng ên ber bi pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û dînana parêzgarê bavêjin ku li gorî xalên rêkevtinên siyasî ên ku di navbera YNK-PDKê de hatibûn morkirin be.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Şêx Omer wiha got; Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê beşdarî rasteqîne û hevbeştiya dirûst di hikûmeta Herêma Kurdistanê de dixwaze ku hevpar be bi çareseriya pirsgirêka posta parêzgarê Kerkûkê be.

Her weha endamê şandeya Partiya Demokrata Kurdsitanê (PDK)ê Dilşad Şehab di kongireyeke rojnamegeriyê hevbeş bi peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer re ragihand; Civîna îro li ser aramkirina rewşa Kerkûkê û zemînxweşkirina guncaw ji bo hilbijartina parêzgarê Kerkûkê ê nû hat gotûbêjkirin.

Di dirêjahiya axivtinên xwe de, Dilşad Şehab aşkire kir ku ewê bi fireksyona Biratî yê di encûmena parêzgeha Kerkûkê de danustansdinan di wê barê de bikin ku ew parêzgar li gorî hemû aliyan û pêkhatan be û di vê civûîna îro de nêrînên me her du aliyan ji hev du nêzîk bûn.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket