Nakokiya di navbera Lîbya û Tirkiyê kûr dibe

kurdistani 12:34 PM - 2019-07-01
Nakokiya di navbera Lîbya û Tirkiyê kûr dibe

Nakokiya di navbera Lîbya û Tirkiyê kûr dibe

Desthilatiya Lîbyayê rê li pêşiya hemû kel û pelên Tirkiyê girt, her wiha fermana rawestandina danûstandina bi şîrket û saziyên Tirkiyê re da.

Biryara desthilatiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ku dîwana lêpirsînê ya girêdayî hikumeta demkî, ji hemû wezaret, deste, sazî, komîteyên lihevanînê, şîrket û bankên giştî re şand.

Dîwana lêpirsînê danûstandina bi şîrket, saziyên Tirkiyê re qedexe kir, her wiha rê li pêşiya hemû kel û pelên ji Tirkiyê girt, hemû hawirdeyên Tirkiyê bi rêya kerîdorên bejahî, ezmanî û darayî re werin rawestand û hemû fermanên ji şirketên li Lîbyayê werin rawestandin.

Her wiha dîwana lêpirsînê bang li bankên giştî kir, ku li gorî fermanê tev bigerin û kesên li gorî fermanê tevnegerin, wekî xayînê welat tê dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku ev demeke ji ber destekdayîna Tirkiyê ji hikûmeta El-Wîfaq a li Terablûsê re, nakokiya di navbera artêşa Lîbya û dewleta Tirk de destpê kirin.

PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket