Keça Peqlikan

kurdistani 03:30 PM - 2019-06-30
KEÇA PEQILKAN

KEÇA PEQILKAN

Ez im keça peqilkan a ku rojekê çû pêjgehê li diya xwe ya ku cil dişûştin pa û piştre bêyî ku diya wê pê hîs bike sabûna ku pê diya wê cil dişûştinî dizî da ku pê ava sabûnî çêbike û jê ji xwe re peqilkan peyda bike.

Piştre bi dizî çû odeya bavê xwe yê ku li tiştên rihçêkirinê digerî da ku rihên xwe çêbike. Bi lez berî bavê xwe, wê refika di odeyê de bû vekir û tasa ku bavê wê tê de av germ dikir bir û bi dizî ji odeyê derket. Li derve dapîra wê jî piyalek av dagirtibû da ku pê dermanê xwe vexwe.

Wê li dapîra xwe pa hema ew çû dermanê xwe wîne wê bi lez çû piyala avê di tasa di dest xwe de vala kir û bi lez çû odeya xwe. Di odeya xwe de hemû tiştên xwe derbasî bin textê xwe kirin û ew jî kete bin textî. Di bin textî de wê sabûna ji diya xwe dizî bû kire nav ava di tasê de û li dîmena helandina sabûnê di nav avê de temaşe kir.

Mîna ku çawa dildar di evîna yara xwe de dihele sabûn jî wisa hêdî hêdî di avê de dihelî. Her ku avê sabûn hembêz dikir sabûn biçûktir dibû û dihelî da ku li dawiyê sabûn giş di avê de winda bû û helî. Piştî ku ava sabûnî amade bû keça peqilkan ji bin textê xwe derket û li tiştekî ku pê peqilkan çêbike geriya. Bi dizî deriyê odeya xwe vekir û serê xwe di derî re derxist.

Dît ku kalê wê titûnê dixwe hindir qelûnê, êgir bi wê titûnê dixwe û vedixwe. Mîna ku çawa li benda helandina sabûnê di avê de ma herweha li benda dawiya titûna di qelûnê de jî ma. Piştî ku kalê wê vexwarina titûnê bi dawî kir, wî qelûn da ber serê xwe, xwe dirêj kir û xew kir.

Hema keça peqilkan bi dizî li ser tiliyên lingê xwe meşiya da ku gihîşt ba kalê xwe, bi lez ji ber serê wî qelûn bir, beziya odeya xwe û xwe kir bi textî. Di bin textî de ava sabûnî li benda qelûnê bû mîna ku çawa ew li benda dildarê xwe ye, da ku di hevdîtineke razdarî de hevdu bibînin.

Keça peqilkan bi hestên ava sabûnî dilîst, ava sabûnî li benda qelûnê bû lê keça peqilkan ta demekê qelûn di nav tiliyên xwe de direqisand berî ku wê têxe nav ava sabûnî û bi vê yekê ew bi qerezî ava sabûnî diket. Hema piştre hîşt ku qelûn ava sabûnî bipelîne. Ji pelandina herdiyan peqilk peyda bûn.

Keça peqilkan bi van peqilkan pir şad dibû lê dema şadbûna wê kurt bû çimkî hema peqilkan baniyê textî dipelandin peqilk diteqîn û wind dibûn. Keça peqilkan bi peqilkan mijûl bûbû û wan guhên keçê ji dengên ku ji derve dihatinî girtibûn. Dengê kalê wê yê bang dikir ka qelûna min? Dengê diya wê ya ku bang dikir ka sabûna ku ez pê cilan dişom? Dengê bavê wê yê ku bang dikir ka tasa ez avê tê de germ dikim? Dengê dapîra wê ya ku dipirsî ka ava di piyalê de, ya ku min amade kiribû da ku pê dermanê xwe vexwim?


Şabûna lîstina bi peqilkan guhên keça peqilkan ji bihîstina her dengekî girtibû. Lê dengê lêdana gopala dapîra wê li baniyê textî keça peqilkan ji her tiştî veciniqand. Dapîra wê ji keça peqilkan re got: Hey diza tiştan ji bin textî derkeve peqilkên te cihê te eşkere dikin. Derkeve û tiştên te birinî ji me re vegerîne çimkî peqilkên te karê me hemiyan rawestandine.

Lê keç ji bin textî derneket çimkî peqilka dawî keça peqilkan di nav xwe de hembêz kir, di pencerê re derket û keça peqilkan bi xwe re bire valahiyê. Ji hîngê de her ku peqilkek difire zarok di nav de li keça peqilkan digerin bi hêviya wê rast bibînin da ku peqilk wan jî mîna keça peqilkan hembêz bikin.

Nivîskar; HIND EBDELO

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket