Şandeke Rûsî serdana zanîngeha Silêmaniyê kir

kurdistani 07:35 PM - 2019-06-26
 Şandeke Rûsî serdana zanîngeha Silêmaniyê kir

Şandeke Rûsî serdana zanîngeha Silêmaniyê kir

Şandeke Rûsî serdana zanîngeha Silêmaniyê kir û bi germî hat pêşwazî kirin.

Îro roja 26-6-2019`an li bajarê Silêmaniyê şandeke Rûsî serdana zanîngeha Silêmaniyê kir û ji aliyê endamên encûmena zanîngeha Silêmaniyê ve bio germî hatin pêşwazî kirin û piştre jî her du alî bi hev re civiyan.

Her weha şandeya Rûsî pêkhatibû ji serokê navebnda lêkolînên Stratîjîk ê zanistî di peymangeha Rojhilata Navîn de Profesor Nkolay Dîmîtrîfîc û endamê wê navendê Dr. Marînîn Alîksî bûn ku armanca wan ji vê serdanê ew e ku hevrêzî bi zanînggehê re bikin tako kar û çalakiyên xwe bi hev re pêş bixin.

Hêjayî gotinê ye ku ew şandeya Rûsî li ser bingeha vexwendina fermî ji aliyê Dr. Aso Şêx Cengî Talebanî ve hatine tako peywendiyên du alî bi hev re saz bikin û hevrêzî di navbera zanîngehên Kurdistan û Rûsiyayê de bê saz kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket