Efrîn; Rêjîmê Kurdistan pejirand lê opozisyonê nepejirand.

kurdistani 05:39 PM - 2019-06-26
Guhertina demografîk bi hemû awayî

Guhertina demografîk bi hemû awayî

Guherttin û veguhertina demografîk li Efrînê bi hemû şêwazan birêve diçe.

Di wê barê de li gorî çavdêrên siyasî ku di rûpelên veghîştina civakî de nivîsên xwe derbarê rewşa li Efrînê tînin ser nivîs de wiha pê de diçin; Di herêma Efrînê a dagîrkirî de, guhertina demografîk bi hemû awayî tê bi cihkirin.

Her weha li gorî nasnameya jineke Efrînî ku niha li Efrînê dijî, li ser rûpelên veghîştina civakî hatiye weşandin, nasnameya wê ya di dema rêjîma Besê de bi navê Kurdistan hatiye tomar kirin, lê nasnametya nû ya piştî dagîrkirina Efrînê, ji Kurdistan veghurtine bo Gulîstan.

Li gorî çavdêrên siyasî ku ev yek metirsiyên xwe ji bo guhertina demografîk li Efrînê pir mezin e ku hem navê gundewarên Efrînê û hem jî navê gelê Efrînê tev didin guhertin ku ev li dijî yasayên parastina mafên mirovan e û bi taybetî li dijî têgeh û xalên girîng ên ku di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji aliye Neteweyên Yekbûyî di 10'ê berfanbara 1948`an ji aliyê piraniya welatên cîhanê ve hatiye pejirandin û morkirin. Ev danezan bû belgeyeke bingehîn ji bo tekoşîna mafên mirovan di hemû cîhan de.

Her weha çavdêr di mijara binpêkirina bendên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de wiha nêrînên xwe tînin ser ziman ku ev tiştên li Efrînê tên bi cih kirin bin yekcarî li dijî yasay û bendên zagonî û binpêkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e û di benda 2ê de ku di wikisource`yê de hatiye weşandin bi vê rengê li xwerê ye;

Bend 2 - I. Her kes bêyî ku duçarî cudahiya ji ber nîjad, reng, zayend, ziman, ol, baweriya siyasî an jî yeke din jêbûna neteweyî an jî civakî , saman (serwet), zayîn an jî rewşeke din bibe, xwedî sûdwerirtina ji hemû maf û azadiyan ê ku di vê Danezanê de hatine ragihandin.

II. Her wiha ji ber statuya siyasî, hiqûqî an jî ya navneteweyî di navbera mirovan de cudayî nayê kirin; te divê ev welat an herêm serbixwe an jî te divê ne xweser an jî te divê ne xweser an jî di bin rajêriya tahdîda serweriyekê de be.

Çavdêrên siyasî kurd dibêjin çawa rêjîma dîktetor navê Kurdistan pejirandiye û di nasnameyê de bi fermî tomarkiriye, lê niha jî kes û alityên xwe bi opozisyona wê rêjîmê didin nasîn û xwe bi şoreşger û azadîxwaz didin nasîn, navê Kurdistanê napejirînin ku cîgirê serokê koalisyona Sûrî bi xwe jî ji regezê kurd e û bi navê kurda dixwazin li pêş hemû cîhanê xwe bikin kes û aliyên demokratîxwaz û aştîxwaz û parastina maf û azadiyên gelên Sûrî ?.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket