Kojerên Dilên bi darvekirinê hatin siza dan

kurdistani 01:21 PM - 2019-06-25
Dilên Welîd

Dilên Welîd

Kojerên Dilên her du bira bi darvekirinê hatin siza kirin.

Îro roja sêşemê 25-6-2019`an, li bajarê Duhokê di dadgeha tawanan ya Duhiokê biryara bidarvekirina her du tawanbarên kuştina keçka 10 salî Dilên Welîd hat dayîn.

Îro li Duhokê di kongireyeke rojnamegeriyê de, parêzerên xwebexş ên keçka 10 salî Dilên Welîd ragihandin ku îro 25-6-2019`an tawanbarê kuştina Dilêna 10 salî bi sizaya bidarvekirinê hat sizakirin ku bi xwe jî li xwe mikur hatibû ku wî Dilên kuştiye.

Hêjayî gotinê ye ku keçka kurd Dilên Welîd a 10 salî di roja duyemîn ya Cejna Remezanê de, ji aliyê hevalê bavê wê ve hatiye kuştin û bi awayekî hovane redftarên ne mirovî li gel wê keçkê kiriye weku rêvebiriya polîsê Duhokê ji kenalên ragihandinê re daye xuyakirin.

Her weha li bajarê Duhokê termê keçka Dilên Welîd a ku ji aliyê du mêrên mezin ku dostên bavê bûn hatibûn kuştin, di roja çarşemê 12-6-2019`an, bi axê spartin û malbata wê keçkê jî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza sepandina biryara bidarvekirinê kiribûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket