Demîrtaş ji Piştevanên Xwe Dixwaze ku Piştgirî Bidin Îmamoglu

kurdistani 07:54 PM - 2019-06-19
Sîyasetvanê Kurd yê zindankirî Selahattîn Demîrtaş

Sîyasetvanê Kurd yê zindankirî Selahattîn Demîrtaş

Sîyasetvanê Kurd yê zindankirî Selahattîn Demîrtaş îro bi rêka Twîtterê ji hezkir û piştevanên xwe xwest ku di hilbijartina bajarvanîya Stenbolê de dengê xwe bidin berbijarê opozîsyonê, Ekrem Îmamoglu.

“Em bawer dikin ku divê piştgirî ji gotinên birêz Îmamoglu werin dayîn. Bê HDP’ê û bi derva hiştina wê ti tişt nikare ciwan be. Divê ew wê yekê fem bikin ku bi dara zorê bedewî çênabe,” Demîrtaş got.

Wî dîyar kir ku Kurd li Tirkîyê dixwazin wek hemwelatîyên din bijîn.” Em gîş dixwazin di nav wekhevî, biratî û aştî de bijîn jiber ku me hemî êş, zordarî û nedadmendî dîtiye. Lê, em ti car hêvîya xwe ya jibo sibêrojeke geşbîn hinda nakin, jiber ku têkoşîna me jibo wê armancê ye.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Demîrtaş ji Mijdara 2016’an vir ve li zindana bajarê Edîrne ya li rojavayê bakurê Tirkîyê tê girtin û 142 sal cezaya zindanê ji wî re tê xwestin.

Dozgerî Demîrtaş bi îdayên‘’avakirin û rêvebirina rêxistina terorîstî, propagandaya rêxistina terorê û pesandina sûc û sûcdaran’’ tawanbar dike.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket