Amûdê; Di buyereke hatûçûnê de 5 Efrînî jiyan ji dest dan

kurdistani 06:11 PM - 2019-06-19
Her 4 endamên malbateke Efrînî ne

Her 4 endamên malbateke Efrînî ne

Li ser riya Amûdê- Hesekê; Di buyereke hatûçûnê de 5 kesan jiyan ji dest dan

Di wê barê de, çalakva û rojnamevana Kurd a Efrînî Emîne Misto ji PUKmedia`yê re ragihand; Îro roja çarşemê 19-6-2019`an, li ser riya Hesekê -Amûdê, buyerke hatûçûnê di encama lihevketina 2 otombîlan Van reng spî û Jeep ê reng zêrî de ruda di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane .

Di dirêjahiya axivtina xwe de, Emîne Misto aşkire kir ku ew malbat di serdema cenga li dijî Efrînê ji aliyê firokeyên Cengî ên Tirkiye ve hatibûn birîndarkirin û lingên welatiyên hevjînên hev Mihemed Elî Reşîd û xanima xwe Medîne Ebdo Hisên hatibûn jêkirin di dema ku dişûn bajarê Hesekê ji bo sazkirina lingên dêk û bavê ku jêbibûn rastî buyera hatûçûnê bûn mixabin hemûyan jiyana xwe ji dest dan.

Ew kesên ku jiyana xwe ji dest dane 4 ji malbatekê ne û navên wan jî ev in;

Mihemed Elî Reşîd ji Hesen Kilkawî temen 65 salî ye.

Hevjîna wî jî bi navê Medîne Ebdo Hisên 55 salî ji gundê Hesen Kilkawî ye.

Mihemed Bîlal Mihemed Elî Reşîd lawê malbatê ye.

Şiyar Mihemed Elî Reşêd jî lawê wê malbatê ye.

Hêjayî gotinê ye ku ku ji wan 5 kesên ku jiyana xwe ji dest dane dayîk û bav û 2 lawin ku ji Efrînê koçberî Şehbayê bibûn û bi armanca lingên çêkirî ji xwe re saz bikin, ji navçeya Şahbayê serdana Hesekê dikirin, lê ji şansa wan, rastî buyerke hatûçûnê hatin û bi yek carî xatir ji vê dunê xwestin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket