Peyamên serxweşiyê ji bo malbata Cebar Ferman

kurdistani 07:14 PM - 2019-06-18
Rewend Cebar Ferman

Rewend Cebar Ferman

Bi koça dawî ya Rewend Cebar Ferman berpirsên hikûm,î û hizbî peyamên xwe ên taybet bi wê boneyê arasteya malbata Cebar Ferman kirin û ev jî navê wan berpirsan e;

Di wê barê de, cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî di peyameke xwe taybet de, ragihand ku ew ji bo koça dawî ya Rewend Cebar Ferman serxweşî û xwe û dilgiraniya xwe pêşkêş kir.

Her weha cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî peyameke xemgîniyê arasteya tevahiya malbata nemir Cebar Ferm,an kir bi boneya koça dawî ya lawê wan yê teqene Rewend Cebar Ferman li Almanyayê û serxweşî ji tevayn re xwest.

Her weha Politburoua YNKê jî di peyamekê de serxweşî li malbata nemir Cebar Ferman kir û daxwaza sebir û qeyasê kir.

Endamê desteya kargêr yê politburoya YNKê Omer Fetah jî ji aliyê xwe ve peyameke serxweşîiyê pêşkêîş malbta Rewend Cebar Ferman kir.

Berpirsê peywendiyên YNKê Sedî Ehmed Pîre jî serxweşî li malbata Cebar Ferman kir û xemgîniya xwe ji malbatê re nîşan da.

Her weha Bafil Talebanî jî peyameke taybet arasteya tevahiya malbata nemir tekoşer Cebar Ferman kir bi boneya koça dawî ya Rewend lawê wî.

Her weha rêvebriê giştî asayîşa Silêmaniyê Hesen Nurî jî serxweşî li malbata nemir Cebar Ferman kir û xemgîniya xwe bi malbatê re dupa kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket