Demîrtaş tê dadgehkirin

kurdistani 02:01 PM - 2019-06-18
Demîrtaş tê dadgehkirin

Demîrtaş tê dadgehkirin

Demîrtaş dîsan tê dadgehkirin û azad nabe.

Hevserokê berê yê Partiya Demokrat a Gelan HDPê Selehedîn Demîrtaş careke din li Enqereyê tê dadgehkirin û parêzerên wî jî dibêje; Dadgeh Demîrtaş azad nake.

Îro roja sêşemê 18-6-2019`an, Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş li yekek dadgehên Enqerê wê were dadgehkirin û di wê barê de jî, parêzerê Demîrtaş Mesud Ozer ragihand; Dadgeh biryara azadkirina Demîrtaş na de.

Her weha parêzerê hevserokê berê yê HDPê Mesud Uzer di daxuyaniya xwe ya rojnamgeriyê de got; Biryarê dadgehê heye tako Demîrtaş heya sala 2020`an di zîndanê de bihêle.

Hêjayî gotinê ye ku Selehedîn Demîrtaş di 4-11- 2016'an de ji aliyê serdozgeran ve li 4 bajarên cuda, di derbarê 15 parlementerên HDP'ê de operasyonên binçavkirinê da destpêkirin.

Her weha di encama wê operasyonanê de, her yek ji hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Ferhat Encû, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Îdrîs Balûken, Sirri Sûreya Onder, Ziya Pîr, Gulser Yildirim, Nursel Aydogan, Îmam Taşçier, Faysal Sariyildiz, Tugba Hezer Ozturk û Nîhat Akdogan hatin binçavkirin. lê wek hat zanîn ku ji asta 15 parlementerên girtî tenê 9 kes hatin girtin û ên din hatin berdan

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket