Serhat Tugan Piştî 28 Sal Zîndan Azad Tê Berdan

kurdistani 06:50 PM - 2019-06-16
Serhat Tugan ku di sala 1991’an de hatibû girtin AZAD Bû

Serhat Tugan ku di sala 1991’an de hatibû girtin AZAD Bû

Girtîyê bi navê Serhat Tugan ku di sala 1991’an de hatibû girtin, piştî 28 salan serbest hate berdan.

Tugan ku wekî girtîyê jî doza Partîya Karkerên Kurdîstanê (PKK), herî zêde di girtîgehê de maye. Tugan ê ku ji bajarokê Gevera Colemêrgê ye, wexta hatî girtin hêj 16 salî bû û niha bûye 44 salî.

Parêzerên Tugan di sala 2008’an de li gorî zagonên hatine guhertin bi daxwaza ji nûve bê darizandin, serî li dadgehê da.

Tevî ku şahîdên wê demê li ser wî îfade dabûn, pişt re ev îfade red kirin jî, dadgehê bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” û “Dixwaze dewletê têk bibe bibe” cezayê muebetê da wî.

Ji wê demê heta niha pir caran dosya di navbera dadgeha heremî û dadgeha bilind a Tirk de hat û çû. Her dawî, dadgehê biryar da ku Tugan cardin ji nûve were darizandin û ew serbest berda.

Tugan piştî serbest hate berdan hestên xwe bi me re parve kir. “Bi rastî coşek min nîvco heye. Pir hevalên me di girtîgehê de ne. Jiber wê coşa min nîvco ye. Di van 28 salan de hesreta min ya herî mezin bi pîyên tazî pêlêkirina axê bû. Dema min bi lingan pê li axê kir ez dilşad bûm.”

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket