YNKê bersiva PDKê da

kurdistani 06:22 PM - 2019-06-16
YNKê bersiva PDKê da

YNKê bersiva PDKê da

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bersiva Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê da.

Peyvdarê fermî yê Yekçtiya Nîştimanî ya Kurdistanê îro roja yekşemê bersiva partiya Demokrata Kurdistanê da ku ew xalên nakokî û rêkevt di mijara Kerkûkê û avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de ye.

Di wê barê de, peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer ji PUKmedia`yê re ragihand; Çawaniya damezrandina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê cuda ye ji lihevkirina posta parêzgarê Kerkûkê ye, lê ew tişên hevbeş ji her du mijaran re rêkevtina siyasî ya ku di navbera YNK û PDKê de hatiye wajokirin e.

Her weha peyvdarê Partiya Demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed beriya niha di kongireyeke rojnamegeriyê de ku PDKê bi serokê hikûmetê yê erkdar Mesror Barzanî de ragihandiye ku posta Kerkûkê hemwarkirineke wê sînordar heye, tekez kiribû ku lihevkirin û çareserkirina wê li cem cîgirê yekemîn yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê Kosret Resûl û serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket