14-6- Salvegera yekemîn partiya kurdî li Rojava bû

kurdistani 02:45 PM - 2019-06-16
Endamên damezrêner ên yekemîn partiya kurdî li Rojava

Endamên damezrêner ên yekemîn partiya kurdî li Rojava

Roja 14`ê 6,  62`mîn Salvegera damezrandina yekemîn partiya Kurdî li Rojavayê Kurdistan û Sûriye bû.

Bi boneya 62mîn salvegera damezrandina yekemîn partiya Kurdî li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê, di hemû salekê de, di roja 14-6- de li hemû devereke Kurdistan û dervayî Kurdistanê, ahaneg û çalakî yên cuda cuda ji hejmareke ji partiyê Kurdî ve li Rojavayê Kurdistanê û li dervayî Rojava ku li Herêma Kurdsitanê û li welatên Ewropayê jî birêve diçin.

Her weha endamên desteya damezrêner a Partiya Demokratên Kurd li Sûriye û hinek din jî dibêjin Partiya Demokrat A Kurdistanê ev in; Apê Osman Sebrî, Ebdilhemîd Derwîş, Xelîl Mihemed, Mihemed Elî Xoce, Reşîd Hemo, Şewket Henan, Hemze Niwêran û Şêx Mihemed Îsa bûn û pişt re jî Seydayê Ceger Xwîn jî beşdarî bû ye.

Hêjayê gotinê ye ku nemir Dr. Nûredîn Zaza bernameya Partiya Demokratên Kurdî li Sûriyê, bi zimanê kurdî nivîsandibû, ku yekemîn civîna damezrandinê di mala nemir Mihemed Elî Xoce li bajarê Helebê di roja 14ê pûşpera sala 1957an de bû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket