Kirênişînan dazxwaza perayên xwe li parêzgarê Silêmaniyê dikin
kurdistani 05:43 PM - 2019-06-15.
Kirênişînên bajarê Silêmaniyê daxwaza vegerandina pereyên xwe li parêzgarê Silêmaniyê kirin.
Kirênişînên parêzgeha Silêmaniyê ên ku di projeya Mîna Cityê de beşdar bibûn, piştî hilweşandina projeya Mîna Cityê, êdî dazxwaza vegerandina perayên xwe li parêzgarê Silêmaniyê dikin.
Her weha ji sala 2015`an ve Komeleya Kirênişênên Silêmaniyê bi hevrêziya kompaniya Gole Joli ku xwediyê wê Azad Celal Hesen e, bi qasî 1000 kirênişînên Silêmaniyê her yek ji 2500 heya 9000 dolar li banka ElMutehîde bi fermî radest kiribûn, lê ji ber aloziya aborî li Herêma Kurdistanê, xwediyê kompaniya Herêma Kurdfistanê bi cih hîştiye û derbasî dervayî welat bû ye.
Li hemberî wê jî, kirênişênan daxwaza vegerandina pereyên xwe ji parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebu Bekir kirin ji ber ku ew kesê yekê ye di berpirsyaretiya parêzgeha Silêmaniyê ye.
Di wê barê de, peyvdarê Komeleya Dakokî li mafê Kirênişînan liqa Hewlêrê Karzan Resûl ji PUKmedia`yê re ragihand;Me hewleke zor da û lêkolîneke mezin kir ji bo çareserkirina rewşa jiyana kirênişînan û bi kêfxweş me dikarî kêşe û pirsgirêkên Gundê Korî li Hewlêrê çareser bikin û em berdewam in li ser çareserkirina pirsgirêkên li Silêmaniyê jî.
Karzan Resûl dazanîn ku li bajarê Silêmaniyê jî bêhtir ji 1000 kirênişîn hene ku pereyên xwe dane bi kompaniyekê ku her yekî bi qasî 2500 dolqar heya 9000 dolar jê hatiye girtin, lê xwediyê Kompaniya piştî aloziya li Herêmê a aborî ruda ji Herêma Kurdistanê ber bi dervayî welat reviya û kirênişîn jî daxwaza mafên xwe dikin ku ew jî mafê wan yê rewa ye ku daxwaza pereyên xwe bikinan jî hinek qerbuyê din bikin.
Di dirêjahiya axivtina xwe de, Resûl ji PUKmedia`yê re aşkir kir ku pêwîste parêzgarê Silêmaniyê ku kesê yekemî bajarê Silêmaniyê ye lêkolînê li ser vê kêşeyê bike û li gel desteya kirênişênan bidiwaçûnê bike û xwedî li mafê kirênişînan derkeve tako rê nede ku mafê kirênişînan bê xwerin.
Hêjayî gotinê ye ku di sala 2015`an de bi agahdariya desteya weberhemhênana Silêmaniyê, Kompaniya Gole Jolî ya ku projeya Mîna City li Tasloceyê sazkiribû ku bêhtir ji 1000 kirênişînan beşdarî tê de kiribû, lê ji ber alozî pirsgirêka aborî a li Herêma Kurdistanê, xwediyê Kompanyaê reviye bo dervayî welat ûkirênişîn jî niha daxwaza vegerandina pereyên xwe li parêzgar Dr. Heval Ebu Bekir dikin.
PUKmedia-Diyar Star
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24