Li Reqayê çend DAÎŞî hatin girtin

kurdistani 10:17 AM - 2019-06-15
Li Reqayê çend DAÎŞî hatin girtin

Li Reqayê çend DAÎŞî hatin girtin

Li bajarê Reqayê di operasyoneke hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de,7 endamên DAIŞê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihandiye,ew çeteyên ku 7`hatine girtin ji xelkê Reqayê ne û endamên şaneyeke veşartî ya DAIŞê ne ku ligel girtina wan gelek çek û teqemenî hatuin desteserkirin.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serpireştiya Amerîkayê, di roja 17ê Cotmeha 2017an de bajarê Reqayê bi temamî ji kontrola rêxistina DAIŞê derxist.
Ji wê demê ve heya niha kontrola ewlehiya Reqayê weke gelek bajar, bajarok û deverên din ên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê di destê HSDê de ye û encûmeneke sivîl jî bajarê Reqayê birêve dibe.

PUKmediya

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket