Salvegera koça dawî ya Abdulrezaq Feylî bierêv çû

kurdistani 11:07 AM - 2019-06-14
Salvegera Abdulrezaq Feylî birêve çû

Salvegera Abdulrezaq Feylî birêve çû

Duh li bajarê Silêmaniyê salvegera koça dawî ya siyasetvanê dêrîn ê kurd Abdulrezaq Feylî birêve çû.

Di roja pêncşemê 13-6-2019`an li bajarê Silêmaniyê demjêr 5 di hola Talarê Hunerê de, yekemîn salvegera koça dawî yê endamê destaya damzerênerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Abdulrezaq Feylî bi amadebûna malbat û hevalên nemir û hejmareke ji dost û alîgirên nemir û nûnerên hikûmeî û hizbî ji her çar aliyên Kurdistanê birêve çû.

Di destpêka wê merasîmê de, rawestandina xulek ji bo rêzgirtin li giyana pak a pakrewanên doza gelê kurd û Kurdistanê dest pê kir û gotara destpêkê ji aliyê cîgirê berpirsê peywendiyên derve yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Tehsîn Namiq ku derbarê jiyan û kesayetiya nemir Abdulrezaq Feylî de bû û rola wî di peresendina peywendiyên YNKê li gel cîhanê anî ser ziman.

Her weha pişt re jî gotara politburoya YNKê ji aliyê endamê desteya kargêr a politburoya YNKê Omer Feteh jî derbarê jiyan û kar û xebat û rola nemir de gelek peyvên girîng anî ser ziman ku nemir yeke ji endamên ku di sala 1975`an de Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê daye damezrandin e.

Xebatkarê mezin ê nemir Abdulrezaq Feylî dost û hevalê herî nêzîk yê serokê rewanşad Mam Celal bû, her ji destpêka kar û xebata şoreşgerî û tekoşîna li çiyayên Kurdistanê û karên siyasî û peywendiyên dîplomasî ûçi di biwarê xebatên çiyayî û çi ên bajarî her li kêleka hev du bûn.

Hêjayî bi bîranînênê ye kuXebatkar Abdulrezaq Ezîz Mîrza ku bi Abdulrezaq Feylî naskiriye, sala 1945 li bajarê Bexdadê jidayîkbûye û bavê 3 keçka bû, erkên girîng di hundirî Yekîtiya Nîştiamnî ya Kurdistan û hikûmeta Herêma Kurdistanê de li hundir welat û dervayî welat wergirtibû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket