Duhok; Dilên hat bin axkirin

kurdistani 06:44 PM - 2019-06-12
Termê keçka 10 salî a Duhokê hat veşartin.

Termê keçka 10 salî a Duhokê hat veşartin.

Termê keçka 10 salî a Duhokê Dilên Welîd hat veşartin.

Di roja yekşemê 9-6-2019`an, tawanbarê kuştina Dilêna 10 salî aşkire kir ku wî xwestiye destdirêjî li ser keçika biçûk bike û di encamê de wê dikuje, ew tawanbar li xwe mikur hatin ku du birayên hev du ne, niha li ba polîsab girtî ne.

Li Duhokê termê keçka 10 salî Dilên Welîd a ku ji aliyê du mêrên mezin ku dostên bavê bûn hatibûn kuştin, îro roja çarşemê 12-6-2019`an, bi axê spartin û malbata wê keçkê jî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza sepandina biryara bidarvekirinê kirin.

Beriya niha malbata Dilêman digotin ta ew tawanbar li ber çavên wan neyên bi darvejkirin, ew ne keçka xwe binax dikin û ne jî merasîma serxweşiyê jê re dikin, lê îro piştî ku terma keçka wan Dilên a 10 salî radestî wan hat kirin, birin li goristana çiyayê Duhokê bi axê hat spartin û wê sibê roja pêncşemê jî merasîma serxweşiyê jê re dînin.

Hêjayî gotinê ye ku keçka kurd Dilên Welîd a 10 salî di roja duyemîn ya Cejna Remezanê de, ji aliyê hevalê bavê wê ve hatiye kuştin û bi awayekî hovane redftarên ne mirovî li gel wê keçkê kiriye weku rêvebiriya polîsê Duhokê ji kenalên ragihandinê re daye xuyakirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket