Tirifet; welatiyek şehîd û 3 jî birîndar in

kurdistani 04:59 PM - 2019-06-12
Her du birîndarên ji8n li Tirifetê

Her du birîndarên ji8n li Tirifetê

Li Tilrifetê maleke sivîl bû bi armanca çeteyên Sûrî şehîdek û 3 birîndar bûn.

Di wê barê de, jêdereke agahdar ji PUKmedia`yê re ragihand; Duh hêvara sêşemê 11/6/2019'an de li bajarê Tilrifetê, çendîn moşek û topên hawanên çeteyên Sûrî yên ser bi Tirkiyê li nav bajêr ketin û di encamê kesekî jiyana xwe ji dest da ye û navê wî Sebrî Hemdo Omer e temen 65 salî ye û 2 jin jî û kalekî 70 salî birîndar bûne ku ew her du jinên birîndar ji gundê Kefirsefrê ya Cindirêsê ne.

Jêdera agahdar derbarê navên wan her du jinên birîndar ku ji gundê Kefirsefrê ne wiha anî ser ziman; Her weha navnê wan jî ev in; Zeyneb Enter Murad 54 salî ye xwîşka Hiso Enter e û yê din jî Fikret Reşîd Xorşîd 48 salî ye xwîşka Armanc Kefrsefri Rashid e û Miherem Bekir Alota 70 salî ye

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket