Nirxa Petrolê daket

kurdistani 12:55 PM - 2019-06-12
Nirxa Petrolê daket

Nirxa Petrolê daket

Li bazarên Navneteweyî bermîla petrola brent bi 61,50 dolarî tê firotin.

Hat ragihandin ku îro bermîla ptrola brent ji demjimêr 09.17an pê ve ji sedî 1,58 kêm bû û bû 61,50 dolar. Bermîla petrola brent duh heta 63,31 dolarî zêde bibû, lê di dawiya rojê de dîsa bo 62,49 dolarî daket.

Di heman demê de bermîla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 52,23 dolarî hat firotin. Pêşbîniyên derbarê stoka petrola xam a heftane ya Amerîkayê de bandora xwe li ser kêmbûna bihayê petrolê kir.

Li gor daneyên Enstîtûya Petrola ya Amerîkayê stokên petrola xam a li wî welatî hefta borî 4,9 milyon bermîl zêde bû û derkete 482,8 milyon bermîl. Li gor texmînan stok dê daketa 481 hezar bermîl.
    
PUKmeedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket