Duh Kobanî-Efrîn û îro Cizîrê û sibê.?
kurdistani 02:57 PM - 2019-06-11Şewtandina Efrîn û cizîrê
Duh Kobanî bû û piştre jî dar û daristanên Efrînê bûn, îro jî dexil û genimên Cizîrê ne..
Di roja 5/6/019 wek roja cîhanî ya Jîngehê bû...Neteweyn Yekbûyî di roja 5/6/1972 ev roj wek roja jîngehê ya cîhanî destnîşankirin,.
Di vê rojê de ku bi sedan dar û bi dehan daristanên mezin li Herêma Efrînê têne şewtandin ango 11 hezar hêktar ji daristanên Efrînê di heyama salekê de hatine şewtandin, Gelo ji bo şewtandna Jîngeha Efrînê hûn çi dibêjin.?
Her weha wek çawa xwestin Kobanê tev bişewtînin û bikin rijal û bi serneketin û bi binketin, lê mixabin ku piştre derbasî Efrînê bûn heya niha jî dişewtînin û guhertina demografîk tê de pêktînin û îro jî bi zanebûn û bi pîlankirin dexil û genim û danê xelkên kurd li Herêma Cizîrê bi aşkire û ber îavên hemû dunyayê têne şewtandin û ti kes û alî û welat hevkariyê jî nakin.
Ev çendîn salin ku xwestin bi kîmiyabaranî û firoke û tankan û moşekan û enfalan û qirkirina bi komî gelê kurd ji nav bibin û bi serneketin, lê mixabin îro dixwazin bi riyeke din ku ew e daristan dexilstanên kurdan tev bişewtînin tako gelê kurd vîna xwe ya azad bi hêz radestî wan bike.
Şewtandina dexil û geniman li Herêma Cizîrê berferehtir bû. Sedemên şewtandina dexil û genimên gelê kurd li Cizîrê 3 aliyên gumanbar hene...Şaneyên xewkirî yên DAIŞê û Koalisyona Sûrî ya ku bi biryarên Tirkiye tevdigere. Şaneyên xewkirî yên ser bi Rêjîma Sûrî...
Wek tê gotin ku hîn jî dexlên Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê tên şewtandin.
Li gorî agahiyên ku jêdereke li Cizîrê ku taybet ji PUKmedia`yê re ragihand; Her tenê li bajaroka Tirbaspî dexil û genimên 29 gundan hatin şewtandin ku dike bêhtir ji 100 hezar donim ji axa ku dexil tê de hatiye çandin.
Wê jêderê aşkire kir ku piştî ku agir berdan bi dexlên 29 gundan, bi alîkariya xelkên navçeyê, Hêzên YPG-YPJê dikarîn agir di heyama çend demjimêran de vemirînin û metirsiya ku agir bighêje bîrên neftê û xazê nema.
Eger bangewaziyên bihêz û rêklemên berfereh û çareserî ji bo şewtandina daeristanên Efrînê hebuya, îro ev jî li Cizîrê pêknedihat..
Em refê tîtiyan e..
Kîngî bi serê me tê, em aqil tê serê me...Lê bila em baş bizanibin, neyarên me her yekin û derdê me her yeke û doza me her yeke û çareseriya nexweşiya me her yeke. Lê mixabin ti kes vê tiştî kli ber çavan re derbas nake. Her kes li xwe heyrî ye. Mixabin....
Ez li ser hin rûpelên kesên Cizîrê ku xwe bi berpirsên kurd dizanin dixwînim ku pir dilgeşin bi lawazbûna Rêvebiriya Xweser û her tiştekî wiha tê serê gel, yekser Rêvebiriya Xweser bi tawanbar didin nirxandin. Di vir de pirsyarek ji wan kesan re tê arastekirin ku ew e, Gelo hûn çima nakevin qadê? Gelo rola we di wê barê de çi ye? Gelo hûn şerê Rêvebiriya Xweser bikin başe lê hûn li çareseriya guncaw bigerin başe.?
Li Efrînê darn zeytûnan û li Cizîrê dexil û Geniman dişewtînin?? Ma gelo ev kiryar jixwe çê dibe?! Bi nêrîna min neyar her yeke û armnc yer yeke û tawanbar jî her yekbîre.
Mixabin...Duh li Efrînê û îro jî li Cizîrê û sibê jî ..?... Êdî kurdno baş guhdar bikin, baş temaşe bikin, baş lêkolîn bikin, baş binirxînin, baş fêm bikin, baş têbighin baş nas bikin ku doza me, derdê me, nexweşiya me û riya me her yeke. Ji ber wê jî neyarên me jî her yekin...
Nefret li we were ku hûn nanê gewriyê zarokên me jê digrin û pir bi bê wîjdanî hûn mala gel li ber çavên wan dişewtînin. Ev jî rengek ji rengên şer û cengê ye.
Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23