Parleman serokê hikûmetê destnîşan dike

kurdistani 11:40 AM - 2019-06-11
Parleman serokê hikûmetê destnîşan dike

Parleman serokê hikûmetê destnîşan dike

Îro li bajarê Hewlêrê Parlemana Kurdistanê serokê hikûmetê destnîşan dike.

Biryare ku îro roja sêşemê 11-6-2019`an, li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê parlemana Kurdistanê lihev bicive û serokê hikûmneta nû yê Herêma Kurdistanê destnîşan bike.

Di wê barê de, endamê parlemanê Kurdistanê Hawrê Mela Star ku ser bi freksyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ye ji PUKmedia`yê re daxuyaniyeke taybet da û wiha ragiahnd; "Îro wê parlemana Kurdistanê civîna xwe li dar bixe û wê serokê hikûmeta nû yêa Herêma Kurdistanê destnîşan bike."

Di derbarê gelo wê freksyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê beşdar be an na, Mela Star aşkire kir:"ku wê freksyona YNKê beşdar bibe û bi wê rengî freksyona YNKê karekî dike ku pêngav ber bi aştiyeke navxweyî li Herêma Kurdistanê davêje."

Her weha serokatiya parlemana Kurdistanê jî belavokek weşandiye ku tê de wiha hatiye diyarkirin ku li gorî birgeya (3)  ji madeya (56) ya yasaya hilbijartinên parlemana Kurdistanî jimare (1) yê sala 1992 tê hemwarkirin û serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê tê destnîşankirin.

PUKmedia-Diyar Star

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket