Serokkomar pêşwazî li wezîrê derve yê Tirkiyê kir

kurdistani 05:18 PM - 2019-06-10
Dr. Berhem û Çawîş Oglu

Dr. Berhem û Çawîş Oglu

Li bajarê Hewlêrê Serokkomarê Êraqê pêşwazî li wezîrê derve yê Tirkiyê kir

Serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih îro roja duşemê 10-6-2019`an, li bajarê Hewlêrê pêşwazî li wezîrê derve yê Tirkiyê Mawlud Çawîş Oglu kir.

Di wê hevdîtina du qolî de, her du aliyan li ser girîngiya hevkarî û alîkariya di navbera hemû aliyan de bi riya diyalog û dûr li gef û hereşeyan bê kirin. Her weha bihêzkirina peywendiyên du alî di navbera Tirkiye û Êraqê de jî gotûbêj kirin û tekez li ser parastina hevsengiya peywendiyên her du welatan kirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî merasîma sondxwerina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokkomarê Êraq û wezîrê derve yê Tirkiyê dest bi hevdîtineke du qolî kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket