Serokê Herêmê sond xwar

kurdistani 05:05 PM - 2019-06-10
Nêçîrvan Barzanî

Nêçîrvan Barzanî

Bi beşdariya serokkomarê Êraqê û çendîn mêvanên din serokê Herêma Kurdistanê sonda yasayî xwer.

Îro roja duşemê 10-6-2019`an, li bajara Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, mîvan û Şandeyên biyanî û herêmî ji bo ku di merasîma sondxwarinê de beşdar bin, gihîştin Hewlêrê û di hola Sead Ebdulla birêve çû, di wê merasîmê de, Serokê Herêma Kurdistanî yê hilbijartî Nêçîrvan Barzanî li pêş endamên Parlemanê û cemewereke mezin ji mîvanan sonda yasayî xwar.

Di dema sondxwerinê de, serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku sonda yasayaî xwar ragihand; Pêşmerge û artêşa Êraqê û Hevpeymaniya navneteweyî xwedî roleke serekî ne di jinavbirina DAIŞê û ji bo hilbijartina wî ji posta serokê Herêma Kurdistanê re jî, spasiya xwe arateya tevahî ew endam parlemanên kurd ku dengê xwe dane wî kir.

Di gotara xwe de, Barzanî ji hemû pêkhatan daxwaz kir ku bi hev re karekî hevbeş encam bidin tako ji bo pêşerojeke geş û baş ji bo Herêma Kurdistanê û Êraqê bi dest bixin û karên hevbeş di navbera Herêma Kurdistan û Êraqê de berdewam be.

Hêjayî gotinê ye ku Şandeke mezin ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serpereştiya cîgirê sekreterê giştî Kosret Resûl Elî û serokkomara Êraqê Dr. Berhem Salih ligel serokê Encûmana Nûneran Mihemed Helbosî jî di merasîmê de beşdar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê yê nû Nêçîrvan Barzanî jidayîkbûna 1966`an e ango 52 salî ye kurê Îdrîs Mistefa Barzanî ye, ji dema yekemîn hilbijartinên li Herêma Kurdistan-Êraqê û ava kirina yekemîn hikûmeta Herêmê li sala 1992ê, Nêçîrvan Barzanî di piraniya kabînên hikûmetê de li Herêma Kurdistanê wek Serokwezîr dest bi kar bibû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket