Rêveberiya Xweser 14 zarokên DAÎŞê radest kirin

kurdistani 12:28 PM - 2019-06-10
Rêveberiya Xweser 14 zarokên DAÎŞê radest kirin

Rêveberiya Xweser 14 zarokên DAÎŞê radest kirin

Roja Duşemê 10-6-2019`an, Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûriyê 14 zarokên DAÎŞê ku ji nasnameyên Holandî û Firansî ne radestî nûnerên hikûmet wê welatna kirin.

Ji roja Şemiyê 8` Hizêranê ve Şanda hevbeş ji herdu wezaretên derve yê Firansî û Holandî û bakurê rojhilata Sûriyê ne ,ligel berpirsên Rêveberiya Xweser hevdîtin kirin da ku li ser pêşketinên li hemû navçeyên Sûriyê û lîsteya girtiyên DAÎŞê li cem Hêzên Sûriyeya Demokratîk gotûbêj bikin.

Her weha serokatiya hevbeş yê Rêveberiya Peywendiyên Derve Ebdul Kerîm Omer û Emel Dade û Endamên Rêveberiyê pêşwazî li Şandeyê kiribûn û komcivîna xwe li paş rûyê Ragihandinê lidarxistin ku 3 demjimêran dirêj kir.
Piştî komcivînê di navbera hikûmeta Firansa û Holenda û Rêveberiya Xweser de belgeyeke fermî bi radestkirina 14`zarokên DAÎŞê hate îmzekirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket