Çalakgerên Sûdanê dest bi îsyana sivîl kir

kurdistani 11:40 AM - 2019-06-09
Çalakgerên Sûdanê dest bi îsyana sivîl kir

Çalakgerên Sûdanê dest bi îsyana sivîl kir

Çalakgerên Sûdanê ji îro ve îsyana sivîlî ragihand û hate diyarkirin ku îsyan bi şertê ragihandina daxuyaniya radestkirina desthilatê dê were bidawîkirin.

Çalakgerên Sûdanê ji îro ve dest bi îsyana sivîl a bi armanca fişara li ser Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê dikin. SkyNewsê ragihand ku îsyan piştî bûyerên jihevxistina xwepêşandana li ber navenda fermandariya artêşa Sûdanê ya li Xertûmê ya di roja duşema borî de hatiye.
Piştî bûyeran Kombûna Pîşesazên Sûdanê li ser Twitterê got: "Em îsyana sivîl radigihînin, ji ber vê yekê em bang li tevahiya şoreşgerên li navçe, welat, bajarên Sûdanê, gundewarên wê û kesên dijber dikin ku dakevin qadan û hemû kolanan bigirin.",destnîşan hat kirin ku zêdetirî 100 kesî hatin kuştin û 500 jî birîndar bûne.

Li gor ragihandina çavkaniyeke herêmî ku desthilatê berpirsê Hêzên Guhertin û Azadiyê Mihemed Îsmet girtiye,Mihemd Îsmet di nava fermandaran de bû ku bi serokwezîrê Etiyopyayê Ebû Ehmed re roja înê civiyabûn û amadekariya hebûna xwe di nava hemen hêz û Meclisa Leşkerî ya Demkî de anî ziman.
Hêzên Guhertin û Azadiyê beşdariya serokwezîrê Etiyopyayê di dan û standinên bi Meclisa Leşkerî ya Demkî re bi şertê ku meclis berpirsyariya jihevxistina çalakiyê bigire ser xwe û komîteyeke navdewletî ji bo lêpirsînê ava bike, erê kir.


PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket