Êraqê Sedema vêketina Agir aşkire kir

kurdistani 11:19 AM - 2019-06-09
Êraqê Sedema vêketina Agir aşkire kir

Êraqê Sedema vêketina Agir aşkire kir

Rêveberiya Giştî yê Berevaniya Şaristanî ya Êraqê sedemên vêketina agir û şewitandina dexl û danên cotkaran aşkere dike û radigihîne, li 35 cihan agir bi qest hat vêxistin.

Rêveberiya Giştî yê Berevaniya Şaristanî ya Êraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji dîroka 8ê Gulanê ve li çend parêzgehên Êraqê agir bi ceh û genimên cotkaran ket û hejmarek ji wan agiran bi qest hatin şewitandin.

Her weha Rêveberiyê diyar kir, sedema vêketina agir bi vî awayî bû: li 35 cihan bi qest bûn. li 74 cihan bi sedema kebil û kehrebê bûn. li 25 cihan bi sedema çîkên deraseyan bûn. li 22 cihan bi sedema avêtina paşmayên cugereyan bûn. li 32 cihan ji ber sedemên derveyî bûn û li 84 cihan sedem nehatine zanîn. Destnîşan hat kirin ku zêdetir ji 40 hezar Donim hatine şewitandin û rê li pêş şewitandina hinek donim hatiye girtin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket