Silêmanî; 3 kes hatin kuştin û birîndarkirin

kurdistani 02:02 PM - 2019-06-07
3 kes hatin kuştin û birîndarkirin

3 kes hatin kuştin û birîndarkirin

Li bajarê Silêmaniyê di rojên cejna remezanê de 3 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Di wê barê de, peyvdarê fermî yê polîsê Silêamniyê neqîb Serkewt Ehmed ji PUKmedia`yê re ragihand; Di Çavîlandê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da ji ber lêdana bi kêran ku di destpêkê de bîrîndar bibû, piştî gihandin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, peyvdarê polîsê parêzgeha Silêmaniyê Serkewt Ehmed dazanîn ku piştî wê buyerê hêzên me dikarîn 3 kesan destgîr bikin ku destên xwe di kuştina ciwanê 18 salî de hebûn.

Serkewt Ehmed dazanîn ku buyereke din jî li City Sînamayê di nava bajarê Silêmaniyê de rûda di encamê de 3 kes birîndar bûn û yekser rakirin nexweşxaneyê ji bo dermankirina wan.

Ehmed Aşkire kir ku sedema wê buyerê ew bû ku di navbera karkerekî wê cihê û kesekî mêvan pevçûn rudaye û yê mêvan bi damnceyê gulebaran dike û 3 kesan ji mêvanan birîndar dike û ew kes jî hat girtin ku temen 19 salî bû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket