Civîna politburoya YNKê bi dawî hat

kurdistani 12:54 PM - 2019-06-06
Civîna Politburoya YNKê Ji erşîvê

Civîna Politburoya YNKê Ji erşîvê

Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê civîna xwe bi dawî kir.

Îro roja pêncşemê 6-6-2019`an demjimêr 11 pêş nîvro, politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê civînek derbsrê rewşa Êraq û Herêma Kurdistanê bi serpereştiya cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî yê Kurdistanê Kosret Resûl Elî li dar xist.

Her weha wê di civînê de, serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih jî beşdarî civînê bû û tewrên here girîng ên wê civînê derbarê rewşa giştî li Êraqê û bi taybetî çawaniya pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê be û beşdarbûna rasteqîne ya YNKê tê de ye hat gotûbêjkirin.

Ev civîn di demekê de ye ku wê di roja 10-6-2019`an merasîma sondxwerinê yê serokê Herêma Kurdsitanê Nêçîrvan Barzanî birêve biçe û beşdarbûna YNKê jî di hikûmeta dahato de bi pabendbûna PDKê bi rêkevtina siyasî ya herdu aliyan ve girêdayî ye ew mijar bi awayekî babetî hate gotûbêjkirin.

PUKmedia-Taybet

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket