Peyvdarê YNKê; Em herdem bi aramiyê re bûn û me qurbanî jî da

kurdistani 05:42 PM - 2019-06-03
Peyvdarê fermî yê YNKê cejna remezanên pîroz kir

Peyvdarê fermî yê YNKê cejna remezanên pîroz kir

Peyvdarê fermî yê YNKê cejna remezanên pîroz kir û ji bo aramiya Herêmê YNKê qurbanî de ye.

Bi boneya hatina cejna remezana pîroz , peyvdarê fermî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Letîf Şêx Omer peyameke pîrozbashiyê ji bo musilmanên kurd û Êraq û cîhanê weşand.

Di wê peyamê de, peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer cejina remezanê li tevahiya malbatên serbilind ên pakrewanan û pêşmergeyên qehreman û hemû gelê Kurdistanê pîroz kir. Û Hêvî kir ku ev cejin bibe cejna xweşî û aramî û yekrêziya gelê kurd û hemû civaka Kurdistanê ku ji hemû pêkhat û neteweyan pêkhatiye.

ŞêxOmer di wê peyamê de wiha pêda çû; Ev qonax gelek hestyar û metirsîdar e û pêwîste gelê kurd xwe ji bo derbasbûna vê qonaxê baş amade bike tako xwe ji metirsiyên heyî û egerên tiştên nexwezyar bên kirin û pêşbînîkirin ku pêwîste beriewendiyên bilind ên neteweyî û nîştimanî giyana aramî û yekrêzî biparêzin, ne sengeran li hemberî hev du bikolin û hev du bi xiyanetkirin tawanbar bikin û berferehkirina nakokiyan di navbera aliyên siyasî de.

Peyvdarê YNKê di dirêjahiya peyamê de wiha go; YNKê di dîroka xwe ya pir bi serfiraz û sembolîk de, serweriya xwe herdem ligel aramî û yekrêzî gelê kurd bû ye û ji bo wê yekê jî pir qurbanî da ye û ziyaneke pir jî kiriye.

Di dawiya peyama xwe de, Şêx Omer aşkire kir; Her bi boneya cejna remezana pîroz, em hemû saziyên ragihandinên xwe agahdar dikin ku ji bo parastina yekrêzî û rawestandina şerê ragihandinî,  her weha dûrketina ji bersivdana wan aliyên ku hêrişên nerewa li ser me dikin tako aramî û yekrêzî bê parastin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket