Qubad Talabanî; Daxwaza nemana nakokiyan û parastina rêkevtinê kir

kurdistani 04:31 PM - 2019-06-03
.

.

Ji bo helkevta cejna Remezanê Talabanî peymaeke pîrozbahiyê weşand.

Îro roja duşemê 3-6-2019`an, Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî di peyameke xwe ya pîrozbahiyê de, cejna hemû muslimanên kurd û Êraq û cîhanê û hemû aliyan pîroz kir û daxwaza nemana nakokiyan kir.

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya hatina Cejna Remezana pîroz, peyameke pîrozbahiyê weşand. Di peyama xwe de, Qubad Talebanî daxaza lêborîn û darijtina aştiya navxweyî û civakî, lê mixabin ku îro em dibînin ku peywendiyên di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitan û Partiya Demokrata Kurdistanê de ber bi nebaşîyê ve diçe ku wê şahiya cejnê li me têk bide.

Di peyama xwe de, Talebanî dazanîn ku êdî miletê me ji milmilanî û şerê gotinan ên di navbera YNK û PDKê de bêzar bûn, her tişt hat bi karanîn ji şer û aştî û nakokî û karên hevbeş, lê piştî van salên ku hemû wiha derbasbûn, me her tişt fêmkir ku hêz di rêkevtinê de ye, ne di şer û cenga ragihandinî de ye.

Kurdên li Kerkûk û yên li navçeyên qutkirî di rewşên pir xerap û nelibar de dijîn, ne aramî û ne jî ewlehî jî tune ye, hemû rojên wan rastî êrişên çekdarî û tunûtîjiyan tên, lê mixabin ku ew tişt tev di şerê hilbijartina parêzgarekî ji bo Kerkûkê de bi cih kirine.

Her weha arîşeya posta parêzgar jî mezin kirin ku ew bi xwe yek ji pirsgirêkên pir biçûk ji pirsgirêkên ku bi ser hev de kombûne ji dema ku hikûmeta Êraqê ve hatiye damezrandin heya roja îro her we ye.

Di dawiya peyama xwe de, Qubad Talabanê got; Ez ji ber rewşa hestyar û metirsîdar di vê cejnê de, herdu aliyan YNKê û PDKê vedixwînim ji bo ku vê cejnê bikin derfeteke nû ji bo rêkeftina du alî û derbaskirina nakokiyan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket