PYD 44`mîn salvegera damezrandna YNK pîroz kir

kurdistani 11:46 AM - 2019-06-03
PYD pîrizbahiya 44`mîn salvegera avakirina YNK kir

PYD pîrizbahiya 44`mîn salvegera avakirina YNK kir

Bi boneya 44` mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat ( PYD) 1/6/2019`an pîrozbahiya Politboruya YNKê kir.

Her weha PYD di peyama pîrozbahiyê de ragihand: Heval û birader û endamên Politboruya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û endamên Encûmana Serkirdeyetî û cemewerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê silav û rêz û hurmet, salavegera 44 yê avakirina partiya we bi serokatiya nemir Mam Celal Talebanî pîroz û bimbarek be. Di heman peyamê de, Hevserokatiya PYDê destnîşan jî kir ku niha Herêm û navçe di qonaxeke zehmet re derbas dibe û gelek hêvî ji doza me re ligel rakiriye, ji ber vê yekê divê  hemû alî yekdestî bin û erk bi yekkin û yekrêziya Kurdî bihêz bikin .

PYD di peyama xwe de ya pîrozbahiyê amaje bi wê yekê jî kir ku peywendî di navbera Partiya wan û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê wê berdewam be û bihêztir bibe ji ber ku têkiliyên wan biraderiye û bihev re li dijî Terorê ku metirsî li ser hebûna Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê çêkiribû sekinîbûn.

Di dawiyê de, Hevserokatiya PYDê bawariya xwe bi serkeftina YNKê di proseya siyasî de nîşan da û careke din pîrozbahî li YNKê û dost û alîgir û cemewerê wê kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket