Rêxistinên Sûriyê daxwaza kontrolkirina rewşa Idlibê dikin


3/6/2019 11:25:00
Çapkirin
     .

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Rêjîma Sûriyê û Rûsiya daxwez kir ku bombebaranê bi ser Idlibê ve rawestînin ji ber ku gelek sivîl dibin qurbanî.

Her weha Trump di weşaneke xwe de ragihandibû ku agahî gihîştine me ku Rûsiya û Sûriyê bi tewşankî Idlibê bombebaran dikin û ti hesaba ji sivîlan re nakinû ji wan re gotibû: Êdî bese ma çi ji were tê. Lê şer di navber çeteyan û wan de hîn dewam dike.

Her wiha beriya weşana Trump ya bi kontrolkirin rewşa Idlibê,Rêxistinên Sûrî yên ne Hikûmî di kongireyekê de rewşa Idlibê şermezar kiribûn ku pir xirape lê Dunya li hemberê bê denge û dan zanîn ku rewşa welatiyên sivîl tê de gelek zehmete ku bi dehan kujî û birîndar  ketine û nêzkî 300 hezar jî neçar mane ku ber bi sînorê Tirkiyê ve birevin.

Di vê mehê de di encama pevçon û bombebaranê de nêzîkî 950 kes hatine kuştin ku tiltik ji wan sivîl bûn,ji ber vê yekê Rêxistinên Sûrî daxweza tevlibûneke bilez kir ku rewşa Idlibê kontrol bikin.

PUKmedia


 

3 dostên gelê kurd hatin xelatkirin


3 dostên gelê kurd ji aliyê KXDK ve hatin xelatkirin.

Li Siwîsrayê nivîskar û ragihandvanên Êraqî ku wek dostên gelê ...


»   Kurdek namzetê şardariyên Almanyayê ye
»  Semînarek ji Bêşikcî re hat li dar xistin
 

Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî


Endamê mekteba ragihandina YNKê Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin  nekirî.

Di derbarê rewşa dawî ya li Herêma Kurdistanê &ucir...


»  Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin
»  Zimanzanên kurd; Tîpên zeraveya Soranî ya herî resen in
 

Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin


Bernameya Ji Rojava`yê derbarê hewlwesta Amerîkayê ji doza kurd de guhdar bikin...

Di roja duşemê 27 /5/2019'an, demjimêr 2 bi dema Herêma Kurdi...


»  Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad
»  Eger em dîroka berê nexwînin emê tiştekî nasnekin

Karîkator