44 sal berê YNKê hat damezrandin

kurdistani 04:23 PM - 2019-06-01
44 salvegera damezrandina YNKê pîroz be

44 salvegera damezrandina YNKê pîroz be

Cemewrê YNKê soza xwe bi rewanşad Mam Celal re dupat dikin

Bi boneya 44 mîn salvegera damezrandina YNKê gelê kurd serdana Mam Celal dike û soz nû dike.

Cemewrê gelê Kurdistanê ji alîgir û dost û heval û endam û berpirsên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê wê sibê roja şemiyê 1-6-2019`an, careke din soza xwe bi rewanşadê gelê kurd û nertewaya kurd Mam Celal re dupa bikin.

Ji bo jiyaneke nû û azad û serfiraz, ji bo xizmetkirina baştir ji gelê kurd re, ji bo girêsdana bi rastiya pêşeroja doza gelê kurd re, wê hemû kesên peywendîdar û azadîxwaz û hevxemên dozê û rêhevalên Mam Celal di merasîma 44`mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de ku wê li ser girê Dabeşûanê li ser Kurdsatê  amade bibin û careke din soza xwe bi rewanşadê neteweya kurd Mam Celal re dupat bikin tako li ser rêbaz û riya nemir berdewam bin.

YNKê bi helkevta 44`mîn salvegera damezrandina xwe, gelê kurd pîroz kir.

Bi boneya derbasbûna 44 saliya damezrandina Yekîtiyan Nîştimanî ya Kurdistanê û destpêkirina şoreşa nû ya gelê Kurdistanê, politburoya YNKê di belavokeke xwe ya taybet derbarê boneya 44`mîn salvegera damzrandina xwe de, pîrozbahiyên pir gerim arasteya tevahiya gelê kurd û malbatênn pakrewanan ên serbilind û cemawerê dilsoz ê YNKê kir.

Di wê bealvokê de, ji bo tevahiya gelê kurd û Kurdistan û ji bo malbatên serbilind ên pakrewanan û ji bo cemawerê dilsoz û hevalên tekoşer ên YNKê  belavok bi pîrozbahî hat araste kirin ku rojeke dîrokî di dîroka gelê kurd de roja 1-6 di hemû salekê de tê bi bîranîn û pîrozkirin. Ku roja destpêkirina vîna azad û hevçerx di rtevgera gelê kurd de ye.

Belavokê bal kişand ser rastiya dîroka YNKê ku çawa astangî û zehmetî kişand heta ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê damezrand û ji 44 salan ve dest bi tekoşîn ê kiriye, destnîşan jî kir ku ji ber rewşa hundir ya ne lihev û berjewendiyên Dewletên mezin morala gelê Kurd daketibû.
Hêjay gotinêye ku zelelkirin ku rêya tekoşîne ne bi gulan hatibû xemlandin, lê tijî alozî û kêşe û rijandina xwînê û erkên pir dijwar bû, lê li gor vê zehmetiyê jî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi piştgiriya gel bi serket.

Di encamê de belavokê spasiya gelê wefedar kir ku careke din di hilbijartinan de baweriya xwe bi Yekîtî kirin û daxwez kir ku moral û wureya wan herdem bilind be tako em hemû mafên xwe bidest bîn in.

Kosret Resûl peyameke vîdyoyî pêşkêş kir

Kosret Resûl Elî peyameke taybet ji bo salvegera 44 mîn ya damezrandina YNKê pêşkêîş kir.

Îro roja şemiyê 1-6-2019`an, li ser girê Dabeşanê, Cîgirê yekê yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî peyameke vîdyoyî li ser mezarê serok Mam Celal pêşkêş kir.
Ev deqa peyama Kosret Resûl Elî ye.

 Peyama vîdyoyî yê Qubad Talebanî ya pîrozbahiya YNKê

Hûn dikarin guhdar û temaşayî Peyama vîdyoyî yê Qubad Talebanî ya pîrozbahiya YNKê bikin.

Peyama cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya 44`mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê.

Hûn dikarin li vir temaşeyî vîdoyê bikin...


PDKê pîrozbahî li YNKê kir

Bi boneya 44emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbahiya wê kir kir.

Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di peyama xwe de ku PUKmedia`yê qwêneyek jê girtiye de got: “ bi boneya salvegera 44 ji damezrandina YNK em pîrozbahiya Yekîtiya Niştimanî û endam û hevalên wê dikin û hêvî dikin ku di têkoşîn û pêşkêşkirina xuzmetgizeriyê de berdewam bin da ku mafê gel bidestbixin,datsnîşan li ser qonaxa ku niha Herêmê tê de derbas dibe jî kir ku divê ku hemû aliyên Kurdî yekdestî bin û li bor berpirsyariyê bin û li pêşerojê binirin û bercewendiyên gel dînin pêş hemû tiştî.

Şenez Îbrahîm: Ji bo jinuhkirina YNK lidarxistina kongireya 4`mîn pêwîste
 
Bi boneya salevagera 44`mîn ji damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê,Şenez Îbrahîm Ehmed li ser mezara Mam Celal Talebanî mûm vêxistin.

Her weha Şenez pîrozbahiya xwediyên şehîdan û hebiscî û endamên Yekîtî û cemewerê wê kir ,destnîşan kir ku hertim Yekîtî li ser pêşxistina xwe li gor bercewendiyên gelê xwe  dixebitî û dê serdana mezara bike da ku soza xwe ji nemir Mam Celal re nuh bike.

Şenez bal kişand ser lidarxistina kongireya çaremîn yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku gaveke gelek girînge û pêwîstî pê heye ,amaje bi wê yekê jî kir ku divê dengê hemûyan ji bo pêşxistina Partiya şehîdan yek be.

Partiya Pêşverû pîrozbahiya YNK kir

Bi boneya 44` salvegerîna damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ,Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşveقû ya Kurd li Sûriyê Ebdil Hemîd Derewîş peyameke pîrozbahiyê ji Sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re Kosret Resûl Elî û endamên Boruya Siyasî yê YNK û Encûmana Serkirdeyetî re şand.

Di Hundir peyama pîrozbahiyê de Derwîş gotibû:"Birêz Kosret Resûl û endamên Boru û Encûmanê silav û rêz,bi boneya salvegera 44`mîn yê damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û 43`salvegera şoreşo nûh yê gelê Kurdistanê bi serkirdeyetiya rihmetî Mam Celal Talebanî,bi navê min û Partiya Demiokratîk Pêşveru yê Kurdî li Sûriyê pîrozbahiyên germ ji wera dikin, bal kişand ser rewşa Herêmê û qonaxa zehmet a ku niha têre derbas dibe ku divê hemû aliyên Kurdî li hember zehmetiyan dest bi yekkin û xwedî yek helwestbin û got baweriya me bi YNK heye ku xwedî erka Niştimanî û Netewî ye û dê hemû zehmetiyan derbas bike .Di dawiya peyamê de Derwîş silav li rihê şehîdên ku şoreşa nuh vêxistiye kir" .

HNDS; 44`mîn salvegera damezrandina YNKê kir

Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî  44`mîn salvegera damezrandina YNKê kir.

Di peyameke xwe de, Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrîşaxa Herêma Kurdistanê di rûpela xwe ya fermî a veghîştina civakî de 44`mîn salvegera Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê (YNK)ê pîroz kir.

Ev jî naveroka peyama Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî ye;

44`mîn salvegera damezrandina YNKê pîroz be

Bi boneya 44`mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê, em bi navê Şaxê Herêma Kurdistanê yê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya tevahiya dost û alîgir û endam û serkirdeyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê dikin û ji bo kar û xebatên ku di xizmeta doza rewa ya gelê kurd de tên kirin, her weha rola serok Mam Celal di destnîşankirina projeyên xizmetkirina bêhtir bi doza gelê kurd û gelên navîeyê û piştgiriya li proseya pêkve jiyan, cihê rêz û pêzanînê dibînin û em ji ber wê jî, serkevtin û serfiraziyê ji YNKê re dixwazin.

Em wek şaxa Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî li Herêma Kurdistanê, piştgiriya Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê (YNK)ê ji bo Rojavayê Kurdistanê pir mezin û girîng dinirxînin û ev kar dibe bi sedemna yekrêziya gelê kurd û Kurdistanê û parastina têgeha yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi gotin û kirdar.

Careke din em 44`mîn salvegera damezrandina YNKê li gelê kurd û gelên demokratîxwaz û aştîxwaz ên navçeyê pîroz dikin û bi hêviya serkevtinên bêhtir ji bo yekrêzî û yekîtiya Nîştîmanî dixxwaz in.

Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî

Şaxa Herêma Kurdistanê.

1-6-2019
Silêmanî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket