44`mîn salvegera YNKê pîroz be
kurdistani 03:45 PM - 2019-06-01Hozan Efrînî di hizûra mezarê serok Mamm Celal de
Îro 1-6-2019,'an, 44mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye.
Bi vê boneyê em germtirîn pîrzobahiyên xwe arasteya tevahiya endam alîgir û dost û dilsoz û serkirdeyên Yekîtiuya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê dikn û rewanşadî ji bo rewanpak û giyanbexşên di riya azadiya gelê kurd û Kurdistanê de, endamên desteya damezrêner Mam Celal, Newşîrwan Mistefa, adil Murad, Kemal Fuad û Abdulrezaq Feylî be.
Wek hemû kes û alî dizanin ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di helûmercên pir dijwar û zehmetiyên bê wêne û bê sînor dest bi şoreşa nû ya gelê kurd li Başûrê Kuridstanê kiriye, îro di demekê deye ku em helkevta damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û destpêkirina şoreşa nû jî li gelê kurd û pakrewanên wê pîroz dikin.
Dîroka damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)`ê dîroka 1/ 6 / 1975 di nav wijdana tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de kir bi ezmûneke partîzanî ya nû, û ji dîroka roja 1/ 6 / 1976 kir bi destpêka serhildana şoreşa hemçerx ku li ser bingeha rêbazeke pêşverû ya ramyarî û ramanî hatiye vejandin û bi vîna gel a şoreşger ku hêza serkeftinê tekoşîna xwe de berdewam kir.
Vîna azad a serhildêrên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)`ê û nirxandinên wan yên rast ji qeyranên ku rêjîma Sadam Hisên ê dîktetorê xwînvexwer dikete nav de û reftarên wî ên xwînmêjî û neyartî li dijî vîna gelê kurd û Kurdistanê ya bi tenê hewla ferehkirina têgehên xwe ên şovenîst dikir û di encamê de, dîktetoriyeta wî bi yekcarî têk çû û vîna azad a gelê kurd bi serket.
Ev yêk ji bo gelê Kurdistanê ku şoreşeke wiha di demên pir dijwar de peyda bibe, bi serê xwe destkevteke zêrînî bû ji bo parastina doza rewa ya gelê kurd û Kurdistanê, her weha tiştê herî girîng û giranûbuha ew bû ku şoreşa Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)`ê dikarî bighîje armanca xwe ya rewa.. Tekoşîna rasteqîne a ku gelê kurd û Kurdistanê li her çar aliyên Kurdistanê bi rengên xebat, tekoşerî û rizgarîxwazê bi awayekî pir zelal û çalak dirêjahî heye û YNKê jî bi wan re alîkar û hevbkar e.
Ji bo beşên din ên Kurdistanê jî xebata YNKê bû bi alîkar û hevkar û bi taybetî di van salên dawiyê de ku ji bo Rojavayê Kurdsitanê bû bi hêvana serkevtin û pêşketinan bû ku bi awayekî pir çalak piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir û bi taybetî li berxwedana Kobanê ya dîrokî xwedê morteke zêrînî bû.
Ji ber wê jî, em wek nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi pêwîst dizanin ku rastiya vê rojê bi giîng û mezin binirxînin, ji ber ku rojeke berhemdar e.
Careke din ez germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya tevahiya endam û kadro û serkirdeyên dikim û serkevtin û serfiraziyê ji kar û xebatên wan re dixwaz im û rewanşadî ji bo Mam Cealal û rêhevalên wî ên nemir be.
Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26