Kosret Resûl teqînên Kerkûkê şermezar kir

kurdistani 10:36 AM - 2019-05-31
Kosret Resûl teqînên Kerkûkê şermezar kir

Kosret Resûl teqînên Kerkûkê şermezar kir

Kosret Resûl Elî teqînên ku li Kerkûkê pêkhastin bi tundî şermezar kir.

Di peyameke xwe de, cîgirê sekreterê giştî yê Yekîştiya Nêştimanî yê Kurdistanê Kosret Resûl Elî ew teqînên ku li baajrê Kerkûkê pêkhatine bi tundî şermezar kir.

Di wê peyamê de, Kosret Resûl Elî ew teqînên terorîstî ku li dijî xelkên bê tawanê Kerkûkê hatine encamdan, bi tundî şermezar kir û serxweşî ji malbatên şehîdan re xwest û cansaxî jî ji birîndarên wê buyera terorîstî re xwest.

Dipeyama xwe de ew jî zelal kir ku ji erkên hêzên ewlekariya Êraqê ye wan kesên ku ew tawanan encam dane yekser bigrin û radestî dadweriyê bikin û sizayê dadî bi ser wan de bipêrin, ji ber ku ev kiriyarên wiha rê li ber bihevre jiyan û aştî di navbera pêkhatan de digre û dibin asteng li ber hêminkirina rewşa ewlehiya Kerkûkê.

Di dawiya peyamê de, Kosret Resûl Elî daxwaz ji hemû aliyan kir ku bi hev re jiyana welatiyên Kerkûkê biparêzin û pêwîste em rewşa Kerkûkê  û cihên din ên Kurdistanê biparêzin û bi hevrêzî û hevbeşî di navbera hemû hêz û aliyan de be bi taybet pêşmerge û asayîş û hêzên ewlekariya Herêma Kurdistan û Êraqê .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket