Kerûk; Teqînek ruda 2 şehîd û 38 birîndar

kurdistani 10:18 AM - 2019-05-31
Wêneyek ji cihê teqîna Kerkûkê

Wêneyek ji cihê teqîna Kerkûkê

Encama teqîna li Kerkûkê 2 şehîd û 38 welatiyên din birîndar bûn.

Duh roja pêncşemê 30-5-2019`an bi dema hêvarê, li bajarê Kerkûkê teqîneke terorîstî pêkhat di encamê de, 2 kes şehîd bûn û 38 kersên din jî birîmndar bûn.

Di wê barê de, wezareta tenduristî ya Êraqê ragihand; Encama teqîna duh li Kerkûkê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û 38 welatiyên din jî birîndar bûne.

Di belavokeke xwe de, wezareta tenduristiya Êraqê amaje bi wê yekê dike ku piştî teqînê yekser hemû kadroyên tenduristiya Kerkûkê ketin rewşeke awerte û dest bi pêşkêşûkirina xizmetgûzariya tenduristiyê ji hemû birîndaran re û erkên xwe wek pêwîst bi cih kirin.

Hêjayî gotinê ye ku hinek ragihandinên din di nava bajarê Kerkûkê de, bi awayekî din hejmara şehêd û birîndaran dabûn ragihandin ku duh hêvarê bi riya 6 bombeyên çandî di cadeya Qudis û parêzgarê û riya Bexdadê teqîn pêkhat ku di encamê de 3 kes şehîd ketin û 16 kesên din jî birîndar bibûn, lê îro jî wezareta tenduristiya Êraqê bi vê rengî dide xuyakirin ku encama qurbaniyan hate ragihandin ku 3 şehîd û 38 kes jî birîndar bûne.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket