Wasta Resûl; Ti hêzek nikare YNKê û Kerkûk jihev cuda bike

kurdistani 11:20 AM - 2019-05-30
Wasta Resul

Wasta Resul

Serkirdeyê YNKê Wasta Resûl di civîna duh roja çarşemê de wiha got; Ti hêzek nikare YNKê û Kerkûk jihev cuda bike.

Endamê serkirdeyetiya YNKê û berpirsê malbenda 24 ê Raperînê Westa Resûl di civîna Encûmena Navend de ragihand; Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê amadeye ku xizmeta Kerkûkê bike û bi hemû awayekî û ti hêz nikare YNKê û Kerkûkê ji hev du cuda bike.

Resûl di civîna Encûmena Navend ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de wiha dirêjhaî bi gotinên xwe da; YNKê di van demên dawiyê de, pir hewil da kualoziya Kerkûkê çareser bike û parêzgarê kurd bixe dengdanê bi yekdengî, lê PDKê pabend nebû bi rêkevtina siyasî û astengîyên cuda cuda li pêş hemû destpêşxeriyên YNKê çêkir, ev yek ji aliyê YNKê ve nayê pejirandin û hemû gelê kurd jî rastiya vê mijarê baş nassdike ku PDKAê berpirsyare ji wan aloziyên ku çareser nebûne ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket