YNKê; PDKê pabend bi rêkevtina siyasî na be

kurdistani 12:20 PM - 2019-05-28
YNKê; PDKê pabend bi rêkevtina siyasî nake

YNKê; PDKê pabend bi rêkevtina siyasî nake

Politburoya YNKê; PDKê pabend bi rêkevtina siyasî ya di navbera me û wan de nabe.

Îro roja sêşemê 28-5-2019`an, Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê derbarê ew rêkevtina ku di navbera her du aliyan de ango di navbera YNK-PDKê de pêkhatibû û wajokiribûn de, belavokeke taybet ji bo raya giştî weşand.

Di belavoka YNKê de hatiye ku wek tê zanîn ku piştî diyalog û danustandinên dûr û dirêj û çavrêkirina welatiyan bi awayekî dirêj û bikaranîna gelek rê û şêwaz tako bighîjin rêkevtina du qolî a siyasî di navbere Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demmokrat a Kurdistanê (PDK)ê de û hemwarkirina nêrîneke hevbeş li ser ew dosyeyên hundirîn û dervayê, me bi Partiya Demmokrat a Kurdistanê (PDK)ê re rêkevtineke siyasî du qolî mor û wajo kir.

Ew rêkevtina du qolî li ser bingeha karê hevbeş û çareserkirina ew hemû alozî û kêşe û pirsgirêkên ku tev komî ser hevbûne ku peywendî bi Herêma Kurdistan û Êraqê ve jî hene. Her ji bo sazkirina wekhevî û peydakirina tirezu di hundirî desthilatên cuda cuda de û ji bo ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) beşdariyeke rasteqîne di hikûmeta dahato ya nû de bike û hevpariyeke rasteqîne di hikûmraniya Herêma Kurdistanê de bike.

Di wê rêkevtinê de, me Kerkûk wek aliyeke çareseriyê ji bo ew navçeyên ji Herêmê qutkirî û me di wê têgehê de wiha dabû zanîn ku wê hilbijartina parêzgarê Kerkûkê ji YNKê be û wê bi hevrêzî li gel PDKê be û wê demê, emê bikaribin li ser hin biryarên ne rewa rerazîbûna xwe bînin ser ziman û em li hemberî siyaseta bi erebkirina ku li dijî navçeyên kurdî rawestin û rê li ber siyasetên şovenîstî bigrin.

Serokê aHerêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi bê freksyona YNKê hat hilbijartin û bi vê rengî, wê dosyaya biryar û rewabûnê di Herêma Kurdistanê de bixe pêş rewşên nûh, her weha wê pêkanîna hikûmetê jî, bixe pêş egerên cuda, ev jî di encamên siyasetên ne rastweqîne de ne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket