2 jinên kurd bûn parlementerên parlemana Ewropayê

kurdistani 04:17 PM - 2019-05-27
 Jineke kurd bû parlementera parlemana Ewropayê

Jineke kurd bû parlementera parlemana Ewropayê

Di hilbijartina dawî de, 2 jinên kurd bû parlementerên parlemana Ewropayê.

Du jinên kurd bi navên Evîn Encir û Ûzlem Demirêl bûn bi endamên parlemana Ewropayê, ku Evîn Encir wek namzeta Partiya Sosyalîst a Swêdî di hilbijartinên vê dawiyê de bû parlementera parlemana Ewropayê. Her weha Ûzlem Demirêl ku ji aliyê lîsteya Partiya Çepa Almaniyayê ve hatiye namzetkirin ew jî bû bi parlemantera parlemana Ewropayê.

Evîn Encir Ûzlem Demirêl wek siyemîn jinên kurd ku dikarîn derbasî nava parlemana Ewropayê bibin ku bi navê Partiya Sosyalîst a Swêdê û Partiya Çepa Almanî (Die linke) .

Hêjayê gotinê ye ku Evîn Encir 34 salî ye û bawernameya mafperwerî wergirtiye û ji bakurê Kurdistanê koçberî Swêdê bû ye .
Her weha parlementera din jî Ûzlem Demirêl wek seroka lîsteya Partiya Çep a almanî beşdarî proseya hilbijartinan bû ye û temenê wê 35 salî ye ku ji bakurê Kurdistanê ye û ji bajarê Melatiyayê ye. Wek tê zanîn ku çawa berê jî Felek Nas Uca jî bibû parlemanetera parlemana Ewropayê ew her du jinên kurd ên bakurê Kurdistanê jî wiha bûn..

PUKmedia-Burhan Emîn-Almanya

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket